Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûk û Diyalayê êrîş kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Kerkûk û Diyalayê êrîş kirin. Ji ber êrîşan polîsek û 3 kes mirin ku yek jê polîs e, 6 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku berî bi çend rojan êrîş birin ser herêma Heftexarê ya navçeya Daqoq a Kerkûkê û sê kes revandin, êvara Şemiyê jî êrîş birin ser maleke polîsan a li gundê Qeftan Cresatê ya li bajarokê Abbasî yê Kerkûkê. Li derdora gundê Ezzûrê jî mayin teqandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku li herêmên Kerkûk, Diyala û Xurmatûyê ketin nava liv û tevgerê, êrîşên xwe dewam dikin.

Çeteyên ku berî çend rojan êrîş birin ser herêma Heftexarê ya navçeya Daqoqê û sê Kurd revandin, êvara Şemiyê jî avêtin ser mala polîsekî Iraqê ya li bajarokê Abbasî yê Kerkûkê.

Di êrîşê de polîs û du birayên wî hatin kuştin, gundiyek jî birîndar bû.

LI DIYALAYÊ MAYIN TEQIYA

Li herêma Ez-Zûr a li bakurê rojhilatê Diyalayê jî çeteyên DAÎŞ'ê mayina li kêleka rê bi cih kiribûn teqandin. Ji ber êrîşê endamekî Heşdî Şabî mir, 5 kes jî birîndar bûn.