BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 19'AN DE YE

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji nava DAÎŞ-El Nûsrayê daye hev, di roja 19'an de ye. Gel û şervanên Efrînê bi heybet li ber êrîşan li ber xwe didin, cih û warên xwe diparêzin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

21:54

Dîmenên rûxandina tanka artêşa Tirk hate weşandin...

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenên rûxandina tankeke artêşa Tirk li navçeya Bilbilê weşand.

 

20:38

 Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenên rûxandina tankek din a hêzên dagirker weşand.

 

20:29

Ji bo Efrînê bangî sefîrê Tirkiyeyê yê Swêdê kirin

Rayedarên Wezareta Karê Derve ya Swêdê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir. Rayedaran diyar kir ku wan ji sefîr re gotine ku şîddeta zêde ew ê êşê bi xwe re bîne.

19:06

QSD'ê têkildarî şerê 24 saetên dawîn daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Tirk dema ku êrîşî Bilbilê kiriye çekeke nenas bi kar aniye.

17:37

QSD’ê bîlançoya roja 19’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 19’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.

 

17:36

Li Efrînê sûcê şer: Li Racoyê 60 mal hatin hilweşandin

Dewleta Tirk di êrîşan de yên li dijî Efrînê yên ji 20’ê Çileyê û vir ve zêdetirî dehan mal hilweşand.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê dîmenên hilweşandina malan a li Racoyê weşand.

 

17:35

79 rêxistinan bangî NY kir: Qetlîama li Efrînê bide sekinandin!

Bi dehan partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sîvîl ên li Ewrûpa, Tirkiye û Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bila qetlîama li Efrînê were sekinandin.

 

16:35

‘Erdogan qetlîam û têkçûna xwe bi derewan vedişêre’

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd tawanbariyên ku qaşo wan gaza klorê bi kar anîne, pûç derxist û diyar kir ku Erdogan qetlîamên ku kiriye û têkçûna xwe bi derewan vedişêre.

 

14:19

Dewleta Tirk bombe li gundê Metîna yê Şerayê barand

Artêşa Tirk a dagirker bombe stasyona paqijkirina avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şerayê barand.

Li ser encamên vê êrîşa dawî ya artêşa Tirk agahî bi dest neket.

Demeke kin beriya vê êrîşê, artêşa Tirk û çeteyên wê obus û hawan avêt gelek gundên Cindirêsê.

Bomberdûman li gundên Kefer Sefrê û Baflûrê û Şehîdgeha Şehîd Seydo hate kirin.

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve herî kêm 148 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne, 365 sivîl jî birîndar bûne.

13:35

 

13:05

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundê Kefer Sefra

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji nava DAIŞ û El Nûsra daye hev, bi topan êrîşî gundê Kefer Sefra ya li navçeya Cindirêsê dikin.

12:36

Ax a me ye, zeytûn a me ye, berxwedan a me ye...

Li Efrînê ku dewleta Tirk çav berdaye ax û zeytûnên wê, gel bi van gotinan qala Berxwedana Serdemê kir: Ax a me ye, zeytûn a me ye, berxwedan ya me ye. Em mafdar in em ê bi ser bikevin. Ev dewlet wê li dewleta Tirk bibe Vîetnam.

 

11:38

TEV-DEM: Dagirker neçarî têkçûnê ne

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi deh hezarên kesên ku ji bo ku mil bidin Berxwedana Serdemê ber bi Efrînê ve meşiyan slav kir.

 

11:06

 

11:05

 

11:04

Dîmenê panzera ku li Bilbilê kete destê şervanan

Oparasyona paqijkirinê ya şervanên YPG/YPJ’ê ya li gundê Şêxurzê ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê didoome. Di operasyonê de panzerek hate rûxandin, panzerek û gelek cebilxane ketin destê şervanên YPG/YPJ’ê.