Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundan dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê obus û hawanan diavêjin gelek gundên Cindirêsê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê obus û hawanan diavêjin gelek gundên Cindirêsê.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Kefer Sefrê û Baflûrê û Şehîdgeha Şehîd Seydo barand.
Ev êrîş di roja 19'an a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re hate kirin.
Artêşa Tirk ji destpêkê ve êrîşî sivîlan dike. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Efrînê herî kêm 148 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 365 jî birîndar bûn. Gelek ji kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.
Wekî din, li dora girê Birqedarê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên dewleta Tirk de şer qewimî.