QSD’ê bîlançoya roja 19’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 19’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya  QSD′ê bi daxuyaniyeke nivîskî  bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 5 çete hate kuştin û bi dehan cenazeyê çeteyan hatine dîtîn.

Daxuyanî wiha ye:

MEYDANKÊ

Artêşa Tirk a dagirker şevê din saet di 03.00′an de gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şiyê topbaran kir, dibistan û malên sivîlan kir hedef.

Îro di saetên sibehê de jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îstasyoneke avê ya Kantonê kir hedef. Di encamê de îstasyonê zerareke mezin dît û niha ji aliyê tîmên pispor ve tê sererastkirin.

CINDIRÊSÊ

Hêzên me şevê din saet di 03.30′an de tevgera erebeyeke leşkerî ber bi gundê Hemamê ve şopandin, û wesayît rûxandin.

Îro di saetên sibehê de jî herêm rastî topbaranê hat  û goristana Şehîd Seydo hat hedefgirtin.

Di saetên piştî nîvro de jî hêzên me careke din tevgera Artêşa dagirker ber bi gundê Hemamê ve şopandin û hedefên xwe bi cih anîn.

RACO

Ji duh heta îro saetên sibehê ve gundên herêma Racoyê rastî topbarana Artêşa Tirk a dagirker dihatin. Di encamê de malên sivîlan ziyan dîtin.

Li eniya gundê Bablîka jî Artêşa dagirker û çeteyên wê du caran hewl didin bi pêş ve werin. Herde hewldan rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hatin û Artêşa dagirker derbeyên giran xwarin.

ŞÊRAWA

Îro saet di 10′ê sibehê de gundên navçeyê rastî topbarana Artêşa Tirk hatin û ziyan gihîştin malên sivîlan.

BILBILÊ

Ji şevê din ve, piştî ku Artêşa Tirk û çeteyên wê derbeyên giran xwarin, artêşa dagirker êrîşî gundê Şêxorzê dike û hewl dide careke din gund dagir bike. Di bersivdayîna şervanan de li herêmê şer derket, di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên artêşa dagirker û çeteyên wê çêbûn. Topbarana li ser gund didome û tê de hemû cûreyên çekan têne bikaranîn.

Artêşa Tirk duh di topbarana herêmê de çekek bi kar anîn (cûreya wê nehat zanîn), di encamê de şervanên me bêhna wan çikiyan. Hat gotin ku 20 çeteyên dewleta Tirk jî pê bandor bûne.

Bi şerê li gundê Şêxorzê re hemwext, hêzên me çalakiyek li dijî noqteyeke artêşa dagirker a li girê gundê Tobala li dar xist. Di encamê de gir ji dagirkeran hat rizgaekirin û hejmarek kuştî û birîndarên dijmin çêbû.

Hêzên me îro di saetên sibehê de jî , gundê Baxicê yê ser sînor jî rizgar kirin.

Li girê Kurê jî di navbera hêzên me û artêşa dagirker de şer derket, hat tesbîtkirin ku 5 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin û zêdeyî 20 cenazeyan li qadê hatin dîtin.

KOBANÊ

 Leşkerên Tirk zêdeyî saetekê gundê Zormixarê yê dikeve ser çemê Firatê topbaran kirin.″