TEV-DEM: Dagirker neçarî têkçûnê ne
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi deh hezarên kesên ku ji bo ku mil bidin Berxwedana Serdemê ber bi Efrînê ve meşiyan slav kir.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi deh hezarên kesên ku ji bo ku mil bidin Berxwedana Serdemê ber bi Efrînê ve meşiyan slav kir.
TEV-DEM′ê meşa gelan a ber bi Efrînê ve silav kir û da zanîn ku gelan ji niha ve mizgîniya serkeftina berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê daye.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê daxuyaniyek da raya giştî, bal kişand ser piştevaniya gelên Şengalê û Bakurê Sûriyê ji gelê Efrînê re û berxwedana gelê Efrînê li hember dagirkeriyê.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
Beriya her tiştî em hemû qehremanên nemir ên ku di berxwedana pîroz de, a li dijî hêzên Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên berhevkirî El-Qaîde û Artêşa Azad şehîd bûn, di şexsê rêheval Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku bîranînên wan teqez bi serkeftinê tacîdar bikin. Li hemberî vê berxwedana bi heybet a gelên me Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên berhevkirî El-Qaîde û Artêşa Azad neçarî têkçûnê ne. Gelên mafdar, rewa, bi rêxistinkirî û berxwedêr teqez ew ê bi ser bikevin. Di dîrokê de cara yekem e ku li dijî êrîşên hêzên dagirker gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen û Tirkmen mil dane hevdû û li ber xwe didin.
DAGIRKER HÊ DI ROJA PÊŞÎ DE TÊK ŞIKESTIN
Hemû gelên me yên li Bakurê Sûriyê ku bi gelên li Efrînê re di eniya berxwedanê de cih digirin, bi hezaran însanên me yên ji Bakurê Sûriyê ku bi slogana “ji qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk re êdî bes e” ber bi Efrînê ve herikîn ji niha ve mizgîniya serkeftina bi rûmet a Efrînê dide. Em meşa Efrînê ya bi rûmet a gelên me ji dil û can pîroz dikin. Kesên zalim li ser vê xakê ew ê vê carê derbeya herî xedar a hemû zemanan bixwin û teqez ew ê bi têkçûneke dîrokî têk biçin. Di encama vê biryardarî û berxwedana bêhempa de Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hîn di roja destpêkê de tarûmar bûn û nikarîbûn li ser xaka Efrînê pêşde biçûna. Heta ku ev keriyên dagirkeriyê li ser xaka Efrînê bin divê berxwedan hîn bi biryardarî, hîn bi rêxistinkirî û hîn bi şêwazên xuliqkar bênavber bên pêşxistin. Her roj û li her derê ev berxwedaniya gel bi şêwazên nû û xuliqkar divê berdewam bike.
BANGA LI RÛSYA Û KOALÎSYONÊ
Ne tiştekî nepenî ye ku Erdogan û dewleta dagirker a Tirk ji destpêkê ve û hîn jî piştgiriya çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê dike û van çeteyan berdide ser serê gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çeçen, Çerkez û Tirkmen. Çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî hêzên QSD, YPG û YPJ’ê gihîşt noqteya tasfiyeyê pêde Erdogan û artêşa dagirker a Tirk bi El-Qaîde û Nûsrayê re êrîş dike. Mirovahî li hemberî ev hêzên dagirker ku bi sedan zarok û jin qetil kirine divê ev têkoşîna rewa û mafdar a gelê Efrînê yê berxwedêr bibîne û li dijî dagirkirinê dengê xwe bilind bike. Hêzên koalîsyonê ku bi QSD, YPG û YPJ’ê re têkoşîna hevpar li dijî çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê didin li dijî hêzên dagirker divê helwestê diyar bikin. Rûsya li beranberî Idlîbê ji bazara ser Efrînê divê xwe dûr bigire, divê Kurdan neke qurbana berjewendiyên xwe û ji dagirkirinê re serkêşiyê neke.
Gelên me di roja 19’an de ku çok bi dagirkeriyê danîn erdê bi vê têkoşîna xwe ya bi biryardarî û bênavber teqez ew ê qezenc bike.″