Li Efrînê sûcê şer: Li Racoyê 60 mal hatin hilweşandin
Dewleta Tirk di êrîşan de yên li dijî Efrînê yên ji 20’ê Çileyê û vir ve zêdetirî dehan mal hilweşand.
Dewleta Tirk di êrîşan de yên li dijî Efrînê yên ji 20’ê Çileyê û vir ve zêdetirî dehan mal hilweşand.
Di êrîşên dagirkeriyê de nêzî 150 sivîl hatine qetilkirin û bi dehan herêmên jiyanê yên sivîlan zirar dîtin.
Di roja 18’an a êrîşan de tenê li herêma Raco herî kêm 60 mal hatin hilweşandin. Bi dehan mal jî zirar dîtin.
Têkildarî tevahiya Kantona Efrînê heta niha bîlançoyekî diyar nehatiye eşkere kirin lê tê texmînkirin ku bi sedan malan zirar dîtiye.
Li aliyê din di êrîşan de Dibistana Seretayî ya Şehîd Hec Mûs, Dibistana Navîn ya Şehîd Demhat, Navenda KPC-Demokratîk, Navenda Heyva Sor a Kurd û Navenda Bazirganî û Çandiniyê bûne hedef.
Ajansa nûçeyan a ANHA’yê dîmenên hilweşandina malan a li Racoyê weşand.