79 rêxistinan bangî NY kir: Qetlîama li Efrînê bide sekinandin!

Bi dehan partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sîvîl ên li Ewrûpa, Tirkiye û Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bila qetlîama li Efrînê were sekinandin.

79 sazî û rêxistinên ku li ser navê Platforma Xwedîderketina Efrînê hatin ba hev, diyar kirin ku êrîşên li Efrînê qirkirin e. Endamên Platformê diyar kirin ku ew ê di 12’ê Sibatê de bi tevlêbûna bi hezaran kesan ji Lozanê heta ber avahiya NY a li Cenevreyê bimeşin.

Di daxuyaniya platformê de ev tişt hatin gotin:

“Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi bomberdûmaneke giran û kuştina sîvîlan didome. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê şer li ser gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ferz dikin.

Dewleta Tirk a faşîst hemû çand û baweriyên cihê ji xwe re dike hedef û dixwaze wan tune bike. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê Kurdistanê dagir dike û ji ser dagirkirina Efrînê hemû Kurdan dike hedef. Di van êrîşên li Efrînê de nêzî sed û pêncî sîvîl hatine qetilkirin, warên wan hatine hilweşandin.

Em van êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê red dikin û diyar dikin ku em piştgiriya têkoşîna gelê Efrînê dikin.

Ev êrîşên li dijî Efrînê di normên Neteweyên Yekbûyî de qirkirin e. Di heman demê de bêdengiya welatên wekî DYA, Rûsya û Ewrûpayê tê wateya ku ev welat jî hevkarên vê dagirkeriyê ne. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku divê  bi lezgînî bicivin û van êrîşên Tirkiyeyê şermezar bike.”

Platformê diyar kir ku ew ê di 12’ê Sibatê de saet di 11’an de ji Lozanê bimeşin pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê û ev meş wê heta 16’ê Sibatê bidome.

Di nav platformê de saziyên wekî KCDK-E, KNK, PYD-Ewrûpa, YNK, GORAN, AVEG-KON, KOMAW, PÎK, KKP, FEDA, CÎK, NAV-YEK, YXK, SYKP, FDG hene.