Çend wêne ji Berxwedana Serdemê

Efrîn ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve hembêza xwe li sed hezaran koçberî re vekiriye, yên bi xweşî tê bi xweşî, yên bi çekê tên jî bi çekê pêşwazî dike.

Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, di roja 19'an de ye.

Efrîniyên ku ji destpêka şerê navxweyî ve hembêza xwe li sed hezaran koçberan vekirine, ev yek ti carî weke şantajekê li dijî kesî bi kar neanîne. Efrîniyên ku ji gel re mêvanperwer in, bi ti awayî destûrê nadin dagirkeran.

Bi hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Efrîniyan "komunalîzma şer" û "rastiya gelê şervan" afirandin. Niha jî ji 7 heta 70 salî bi hêza xwe li ber xwe didin û rê nadin dagirkeran.

WÊNE: ERSÎN ÇAKSÛ