Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji nava El Nûsra û DAÎŞ'ê daye hev û 'Berxwedana Serdemê' ya li dijî van êrîşan di roja 19'an de ye. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo dagirkirina Efrînê rewa nîşan bide dibêje, 'Em ê penaberên ji Sûriyeyê li wir bi cih bikin'. Berevajî van gotinên Erdogan, Efrîn ji xwe ji destpêka şerê Sûriyeyê ve malovaniyê ji sed hezaran penaberî re dike.
Bi sed hezaran kesên ji gelek herêmên Sûriyeyê, her wiha ji Iraqê ji ber êrîşên DAÎŞ'ê reviyan, xwe li Efrînê girtin. Tevî êrîşên giran ên dewleta Tirk jî bi sed hezaran koçber hê li Efrînê dijîn. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Efrînê, tevî bi deh hezaran koçberên li kampên Rûbar û Şehba yên Efrînê, zêdeyî 350 hezar koçber li nava kantonê dijîn.
JI ÎDLIBÊ KOÇÎ EFRÎNÊ KIRIN
Gelek Erebên ku ji ber zext û zilma çeteyên dewleta Tirk; El Nûsra (Heyet Tehrîr El Şam), Ehrar El Şam, Nûredîn Zenkî û komên din ji Îdlibê reviyan û xwe li navçeya Cindirêsê ya Efrînê girtin, piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşê kirin neçar man koçî navenda Efrînê bikin. Welatiyên Ereb Nadya Hemed û Omer Osman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man tevî malbatên xwe koçî Efrînê bikin, li jêrzemînên xaniyên Efrînê dijîn. Hemed û Osman deriyên jêrzemînên xwe li ANF'ê vekirin.
'EM JI ZILMÊ REVIYAN'
Nadya Hemed anî ziman ku ji ber zexta çeteyên dewleta Tirk, tevî malbata xwe ya ji 15 kesî neçar man koçî navçeya Cindirêsê ya Efrînê bike û li vê derê ji xwe re sîstemek ava kir, lê belê bi êrîşên dewleta Tirk re jiyan careke din li wan herimiye. Hemed niha bi malbata xwe re li jêrzemîna xaniyekî li Efrînê dijî. Nadya Hemed diyar kir, ji ber ku jiyana xwe xelas kirine ew bi şens in û got, "Em ji Îdlibê ne. Em ji zilma li wir reviyan û me xwe li Efrînê girtin. Destpêkê me xwe li Cindirêsê girtin, piştî ku hawan avêtin xaniyê me em hatin vê derê. Xaniyên me xera kirin. Elhemdullah me canê xwe rizgar kir û xwe li vir girt. Li vir jî em li jêrzemînê dijîn."
ZILMA DEWLETA TIRK JI WAN NEQERIYA
Nadya Hemed da xuyakirin ku dema hatin Cindirêsê bi piştgiriya gel wan ji xwe re jiyanek bi rêxistin kirin û got, "Mala wan ava, li vir jî komunan nivîn, firax, xwarin dan me. Em bi desteka wan dijîn. Em malbatek ji 15 kesî ne. Şeş roj in em li vir in. Li Cindirêsê rewşa me ne xerab bû. Em ji Îdlibê reviyan û me li wê derê ji xwe re jiyaneke nû bi rêxistin kir. Lê belê vê carê em neçar man ji êrîşên dewleta Tirk birevin."
'JIYANA LI NAVA KURDAN EWLE YE'
Nadya Hemed destnîşan kir ku Tirkiyeyê Sûriye wêran kiriye û got, "Em dixwazin ku êdî ev şer biqede. Em dixwazin van zarokan bi rengekî ewle mezin bikin. Êdî bes e. Em tiştekî din naxwazin. Tenê aramiyê dixwazin." Di dewama axaftina xwe de Heme got, "Gelê Efrînê gelekî alî me dike. Ji roja em hatine, alîkariyê dide me ku em xwe xwedî bikin. Ji ber ku dema em hatin me nekarî tiştekî bi xwe re bînin. Li Cindirêsê em li nava zeviyên zeytûnan dixebitîn. Jiyana li nava Kurdan bi rastî jî ewle ye."
HERÊMA HERÎ EWLE: EFRÎN
Nadya Hemed ragihand ku ji destpêka şer ve wan nexwestine axa xwe biterikînin û destnîşan kir ku Efrîn ji bo wan herêma herî ewle ye. Nadya Hemed got, "Ax şeref û namûs e. Gelo çêdibe ku mirovek dest ji şeref û namûsa xwe berde? Namûs û şerefa wan tine be, namûs û şerefa me heye. Em ê dest ji cih û warên xwe bernedin."
'ERDOGAN TI PÎVANÊN EXLAQÎ NAS NAKE'
Omer Osman mîna malbata Nadya Hemed li Cindirêsê dima lê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar ma koçî navenda Efrînê bike. Tevî 5 zarokên xwe xwe li jêrzemîna xaniyekî dijî û dibêje, "Bû 15 roj ku em hatin vir. Bombe li xaniyên me barandin. Jiyan li wir êdî nepêkan bû, lewma em hatin. Erdogan ne jinan, ne jî zarokan nas dike. Ti pîvanên exlaqî nas nake. Ji bo kesekî ku bombeyan li zarokan dibarîne mirov çi dikare bêje?"