BERXWEDANA RÛMETÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DI ROJA 7'AN DE YE

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û komên wan ên çete, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didome.

02:36

 

02:15

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo derketina sivîlan a ji Minbicê asteng bike, Pira Ûm Dadat a dikeve bakur bajar û girêdana wê bi Cerablûsê ve çêdike bi teqemeniyan teqand.

01:19

 

01:06

 

01:06

 

01:05

 

00:19

Şervanên QSD'ê li Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê dide. Leşerên Tirk ên ji bo çeteyên ji  destê şervanên QSD'ê derbên giran dixwin nerevin, dîwarê beriya niha li ser sînor rakiribûn ji nû ve lêdikin..

23:41

 

22:58

 

22:48

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin gundên Bênê, Tinib û Kiştarê yê Şêrawaya Efrînê.

22:47

Li gundê Kendal ê Girê Spî panzêrek, li gundê Ebû Sûra bûldozerek, li gundê Hûrra Hûrriya panzêrek û wesayîteke zirxî ya BMB hatin îmhakirin. Leşkerên Tirk û çeteyên wê, yên di van wesayîtan de jî hatin kuştin. Li van her sê gundan dagirkeran hezên xwe vekişandin.

22:39

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Şedadê 3 fuze îmha kirin.

21:39

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wê ji Cerablûsê ya ku dagir kiribûn topan diavêje gundên Şiyûx Jêrîn û Zormixarê yên Kobanê. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bomberdûmanê hewl didin çemê Feratê derbas bikin

21:36

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker bi koordîneya balefirên keşfê Serêkaniyê bomberdûman dikin.

20:33

Li gundên Alya û Erbagînê 60 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

 

20:11

Şervanên QSD’ê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker desteser kirin.

 

19:31

Wezareta Karê Derve ya Kanadayê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îstîkrara li herêmê xera dike û wan biryar dane ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

19:30

Şervanên QSD’ê gundên Alya û Erbagîn ên Til Temir ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin.

19:28

 

19:12

 

18:25

Dagirkeran li gundên di navbera bajaroka Çelebiyê û gundê Ebû Sûra yên li başûrê Kobanê gelê sivîl revand. Hate diyarkirin ku hêzên koalîsyona navneteweyî jî li herêmê bûne lê tu mudaxele nekirine.

18:23

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan El Yûsif li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyeyê de got ku, di vê peymanê de Dêrazor tune û divê gel ji van îddîayan bawer neke.

17:22

 

17:01

Balefirên şer ên Tirkiyeyê bi koordîneya balefirên keşfê Serêkaniyê bomberdûman dikin. Li Hawerne, Sanayî û rêya sereke ya tê Serêkaniyê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran heye. Şervanên QSD’ê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin û nahêlin ku têkevin nava bajêr

16:59

Li gundê Alyayê şervanên QSD’ê 3 wesayîtên doçkatê, 4 wesayîtên ku leşker tê de bûn û panzêrek îmha kirin. Gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk mirin û birîndar bûn.

16:27

QSD`ê nasnameya 14 şervanên Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, eşkere kir.

 

16:26

Şervanên QSD’ê li gundên Metras û Menkeliyê yê Eyn Îsayê 2 çalakiyên cihê li dar xistin. Di çalakiyan de 2 panzêr hatin îmhakirin û gelek çete hatin kuştin.

15:57

Li gundên Alya û Erbaxin ên Til Temirê, artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi konvoyeke ji wesayitên zirxî û çekên giran hewl dan bikevin nava Til Temirê. Şervanên QSD'ê bi tundî dest li konvoyê werdan. Di encamê de konvoy bû du parçe û beşek li gundê Alya, beşek jî li gundê Erbaxinê man. Di destwerdana şervanên QSD'ê de tê gotin ku ji dagirkeran gelek kuştî Û birîndar hene. Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer derdora gundê Alya bombardûman dike. Gundên Alya û Erbaxin di navbera Til Temir û Eyn Îsa de ne, ku bi 20 kîlometreyan dûrî Til Temirê ne.

15:52

 

15:28

Belçîka ji bo Rojava dadikevin qadan

Li ser banga Platforma Defend Rojava meşa ku  bê kirin wê parlementerên HDP'î, rewşenbîr, hunermend û wê malbatên zarokên wan di şoreşa Rojava de şehîd bûne î cih bigirin. Wê gelek sazî, komele û saziyên civaka sivîl jî destkê bidin meşê.

Dîroka çalakiyan:

16'ê Cotmehê Çarşem

Saeta kombûnê: 12:00

Saeta Meşê: 13:00

Cih: Place Schuman Bruxelle

15:26

Belçîka ji bo Rojava dadikevin qadan

Li ser banga Platforma Defend Rojava meşa ku  bê kirin wê parlementerên HDP'î, rewşenbîr, hunermend û wê malbatên zarokên wan di şoreşa Rojava de şehîd bûne î cih bigirin. Wê gelek sazî, komele û saziyên civaka sivîl jî destkê bidin meşê.

Dîroka çalakiyan:

16'ê Cotmehê Çarşem

Saeta kombûnê: 12:00

Saeta Meşê: 13:00

Cih: Place Schuman Bruxelle

14:45

Şervanên QSD'ê li Serêkaniyê li milê Deriyê Sînor bi çekên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de 6 dagirker hatin kuştin.

14:33

HPG: Hêzên me li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Xakurkê 9 leşkerên Tirk kuşt.

14:32

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew nizanin li wir çi diqewime û bal kişand ser rojnamegerên Kurd ên ku hatine qetilkirin.

14:00

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle bal kişand ser komkujî û înfazên di dema êrîşên dagirkeriyê de tên kirin û got, "Dibe ku ev sûcê şer bin."

13:32

Qraliyeta Yekbûyî ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand.

13:15

 

13:03

 

12:53

Hate ragihandin ku Fermandarê Hêza Sînor a Sêyemîn a Kaniya Xezalan Albay Yaşar Kaya ku êrîşên li dijî Girê Spî koordîne dikir birîndar bûye.

12:51

ENIYA SERÊKANIYÊ

"Li xeta Alya, êniya Rojava û êniya Rojhilat de şer bi dijwarî berdewam kir. Artêşa dagirker bi êrîşên hewayî, top û tankan xwest pêş bikeve. Di encama şerê dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çete hatin kuştin.

Di encama berxwedanê de 11 şervanên me şehîd bûn û 24 ji birîndar bûn."

12:50

ENIYA DÊRIK

"Gundê Xirba Belka a ser bi Girkêlegê ji aliyê dewleta dagirker ve hat topbaran kirin. Herwiha li kêleka wê balefirên şer û yên keşfe li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevger kirin.

Bi giştî di tevahiya şerê roja 14ê Cotmehê de 103 çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bûn. 2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.

Di nav vê berxwedanê de 23 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 39 jî brîndar bûn."

12:50

ENIYA DIRBÊSIYÊ

"Artêşa dagirker bi top û çekên giran bajar dan ber topan. Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun."

12:50

ENIYA GIRÊ SPÎ

"Ji danê beyanî ve dema balefirên keşfê li ser tevahî herêmê tevger dikir, ji aliyê balefirên şer ve jî dihat bombebaran kirin. Li hember çeteyan li hermazî Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî. Di encama şerê de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat rûxandin û 38 çete hatin kuştin.

Di şerê giran de 7 şervanên me şehîd bûn û 15 hevalên me jî brîndar bun.

Di xeta Slûkê de di lêdana balefirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.

Di rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir beramberi bersivdayina şervanên me de 4 çete hatin kuştin û şervanek me şehid bu."

12:49

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 14'ê Cotmehê eşkere kir.

12:49

QSD: Di şerê 14'ê Cotmehê de 103 dagirker hatin kuştin

QSD'ê diyar kir ku di şerê doh de yê li eniyên berxwedanê yên Rojava bi giştî 103 çeteyên dagirker ên artêşa Tirk hatin kuştin. Di şer de 23 şervanên QSD'ê jî şehîd bûn.

12:35

NY: Dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser înfazên ku ji aliyê komên ser bi dewleta Tirk ve hatin kirin û hişyar kir ku Tirkiye dibe ku ji van înfazan berpirsyar bê dîtin.

12:26

Li herêma Ebû Sire ya ku bi 15 kîlometreyî li rojavayê Eyn Îsa ye şer diqewime. Li herêma Şergirak ê bi 20 kîlometreyan li bakur rojhilatê Girê Spî ye hêzên QSD'ê li komên çete xistin. Di encama vê derba şervanên QSD'ê de çete ji herêmê vekişiyan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Dirbesiyê difirin.

11:48

Li Serêkaniyê şervanên QSD'ê li milê Hawarne û Sînayê li artêşa Tirk û çeteyên wan dixin. Artêşa Tirk a dagirker bi tank û obusan navenda bajêr bombardûman dike.

11:30

Parlamenta Hewlêrê ji bo 'helwesta' li dijî dagirkeriyê kom bû

Parlamenta Federe ya Kurdistanê ji bo helwestê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike li hev kom bû.

11:22

Şervanên QSD'ê doh bi şev saet 01:30'î li gundê Emarne yê li başûrê Cerablûsê li 3 wesayitên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk xistin.

11:18

Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine.
 

11:07

Kurdistaniyên li herêma Azinge ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.

11:05

KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir ku têkoşîna neteweyî û navneteweyî bê xurtkirin. KCDK-E'yê destnîşan kir ku ew dikarin faşîzma Erdogan têk bibin.

10:56

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan gundê Eseliye yê Minbicê bombe dikin. Ji ber ku êrîş li dijî sivîlan tê kirin gel xaniyên xwe diterikînin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê doh êvarê derbên giran li çeteyên dewleta Tirk xist ku êrîşî gundên Minbicê kirin. Di şer de 45 çete hatin kuştin.

10:38

Çalakiyên protestoyî yên Kurdan û dostên wan li dijî dagirkeriya qirker a Tirkiyê ya li ser Kurdistanê (Rojava) didomin. Li Goteborgê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.

10:24

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li aliyê gundê Ebû Sirê yê rojavayî Eyn Îsayî li erebeyeke sivîlan reşand. Di encamê de, du sivîl şehîd bûn, yek jî birîndar bû. Sivîlê birîndar niha li Eyn Îsayê tê dermankirin.

09:53

Çînê xwest êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin

Çîn jî bû yek ji wan welatan ku dixwazin dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn.

09:45

Parlamenterê YNK'ê Osman Sederî diyar kir ku divê Başûr hêzê bişîne Rojava li dijî dagirkeriyê û ji bo PDK'ê got, "Divê em helwesteke hevpar nîşan bidin."

09:44

Li Serêkaniyê şerekî giran diqewime.

 

09:39

Hêzên Amerîkayê ji bajarê Minbicê vekişiyan û berê xwe dane bendava Tişrîn a li ser çemê Firatê ku li başûr rojhilatê bajarê Minbicê dikeve.

09:29

Ji ber topbarana dagirkeran li Minbicê 2 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Ume Edeset El-Farat ê gundewarên rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir. Di encamê de 2 şehîdên sivîl û 13 birîndar hene.

09:18

KNK, YNK, Goran, PYD, PJAK, KODAR û Komala jî di nav de 70 partî û rêxistinên civakî yên sivîl bang li civak û saziyên navneteweyî kirin ku qada hewayî ya Rojava li firîna balafirên şer qedexe bikin.

09:16

Berxwedana Serêkaniyê di roja 7'an de ye.

 

08:59

QSD'ê li Kobanê bersiva êrîşan da: Bi dehan çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li gundê Emarne yê li başûrê Cerablûsê gundên Kobanê yên li kêleka Çemê Firatê topbaran dikin. Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşên dagirkeran û derbên giran li wan dan. Hate ragihandin ku bi dehan çeteyên dagirker hatine kuştin.

Hêzên QSD'ê li nuqteyên artêşa Tirk xistin ên li pêşberî gundên Boban û Siftekê. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan hewl dan ji Cerablûsê derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin. Hêzên QSD'ê êrîş têk birin.

08:44

Li Serêkaniyê di van kêliyan de şer careke din germ bû. Artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan li bajêr dide û hewl dide bikeve nava bajêr. Şervanên QSD'ê jî bi tundî bersivê didin dagirkeran. Şer didome.

Şervanên QSD'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê di roja 7'an de berxwedaneke mezin nîşan didin. Li gel bombardûmana giran a ji doh bi şev û vir ve ji ber berxwedana hêzên QSD'ê dagirker nekarîn bi pêş ve biçin. Şervanên QSD'ê derbên giran li dagirkeran didin.