Kurd ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Swêd Stockholm, paytexta Ewûstûrya Viyana, bajarê Munîh, Dersden, Frankfûrt û Tubîngen ên Elmanyayê li qadan bûn.

STOCKHOLM

Di saetên şevê de Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Sergelstorgyê kom bûn dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Di çalakiyê de Azad Huseyîn ê ji Rojava ku ji ANF’ê re axivî got: “Terorîstên rastî dewleta Tirk û Erdogan bi xwe ye. Tirkiye dixwaze gelê Kurd tine bike.”

Jin Rûs a bi navê Angelîca Tûng a ala YPJ’ê li desta hildabû jî got: “Ji bo protestokirina dewleta Tirk tevlî çalakiyê bûme. Ez dîmenên çalakiyê dikişînm û ji bo xizmên xwe dişînim û ew jî wê li ser tevnên civakî parve bikin ku qetlîamên dewleta Tirk tehşerî bibe.”

VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyayan jî bi meşeke ya li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya pêk hat dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Hevserokê Meclîsa Demorkatîk a Sûriye Riyad Dîrar ê tevlî çalakiyê bû diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû gelên herêmê ye.

MUNÎH

Dagirkeriya Tirk li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya li Munîh a Elmanyayê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê parlemeteraa Keskan a Parlementoya Keskan a Munîh Gulseren Demîrel ve hate organîzekirin. Rêze civîn hate kirin û di van civînan de dagirkeriya Tirk bûye rojev.

DRESDEN

Li bajarê Dresden a Elmanyayê jî dagirkerî û qirkirin hate protestokirin. Di çalakiyê de bang di serî de li hikûmeta Elmanya û dîsa Serokwezîr Merkel hate kirin ku li dijî Erdogan helwestên zelal bigirin. Li aliyê din ciwanên Şoreşger û YXK li zanîngeha Teknîkê çalakiyek kirin.

FRANKFURT

Bi meşeke ku ji pêşiya HBF a bajarê Frankfûrt a Elmanyayê heta Frankfûrt Messeyê dom kir dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Her wiha li pêşiya Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê jî mîtîngek hae kirin û di axaftinên hate kirin de banga bi ruhê berxwedanê her roj li qadan bin hate kirin.

TUBÎNGEN

Li bajarê Tubîngen a Elmanyayê jî Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer ê ji bo tevlîbûna bernameyek li Zanîngeha Neû Aûla Eberhard Karlsê bê lidarxistin bibe, ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Steînmeîer ê dema ketina zanîngehê de hate protestokirin, dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin.