Li 5 welatan dagirkerî û qirkirin hate protestokirin

Li bajarê Kopenhag, Annency, Madrîd, Oslo û Lfkoşa êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

KOPENHAG

Di saetên şevê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajarê Kopenhagê hatin ba hev bi meşekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protestokirin. Meşê ji Îsreel Plads destpê kir heta Qada Kongens Nytorvê dom kir.

ANNECY

Li bajarê Annecy ê Fransayê jî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wna ên li pêşiya avhaiya walîtiyê kom bûn bi hildana alên YPG/YPJ’ê û PYD’ê dest bi meşê kirin. Nîjatperestekî Tirk ê di destê wî de ala Tirk heyî kete pey hewldanên provakasyonê. Li ser xwînsariya çalakvanan bê ku tiştek rû bide ev hewldan hate valaderxistin.

MADRÎD

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Spanya Madrîdê kom bûn dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku gelê Kurd stû li ber Erdogan natewîne û wê heta dawî xaka xwe biparêzin.

LEFKOŞA

Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê jî Kurdan û dostên wan li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kombûn û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Nûnerên civaka sivîl, ji partiyên siyasî AKEL, EDEK û Partiya Keskan jî cihê xwe di çalakiyê de girt.Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dagirkeriya Tirkiyê bidin rawastandin.

OSLO

Li Balafirgeha Gerdemoen a li paytexta Norweç Osloyê jî dagirkeriya Tirk bi çalakiyekê hate protestokirin. Çalakiya saetekê dom kir bal kişandin ser dagirkeriya Tirk a li Rojava.