Gundiyên derdorî bajarokê Çelebiyê dîsa koçber dibin

Ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewelata Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê herêm neçêr dimînin malên xwe biterikînin.

Êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li ser Barkur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike. Artêşa Tirk îro gundên Kobanê kirin hedef. Gundiyên dikevin navbera gundê Ebû Sûra û bajarokê Çelebiyê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man ku malên xwe biterikînin.

Dîmanên welatiyên ku ji derdorî gundên bajarokê Çelekiyê koç kirin, ji aliyê ANF’ê ve hate kirşandin.

Dîrektora Giştî ya ÛNÎCEF Henrîetta Fore diyar kir ku ji ber operasyona leşkerî ya dewleta Tirk heta îro 70 hezar zarok ji warê xwe bûne, herî kêm 4 zarok hatine qetilkirin û 9 zarok jî birîndar bûne.