Li Rihayê ambûlans bênavber cenazeyan dibin!

Li Rihayê ku bûye baregeha navendî ya êrîşên dagirker ambûlans bênavber mirî û birîndaran dibin.

Êrîşên qirker ên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Kurdistanê kete roja 7'an. Li Pirûsê, navçeya sînor a Rihayê ku êrîş herî pir li wir têne hîskirin artêşa Tirk sewqiyeta leşkerî zêde kir. Diyar bû ku li Balefirgeha GAP'ê ya Rihayê tim helîkptêr û ambûlans têne sekinandin.

GELEK CENAZE BIRIN

Hate gotin helîkoptêrên ambûlansî ji vir radibin, ji navçeyên sînor birîndaran radike, wesayitên ku cenazeyan dibin jî, cenazeyan dibin balefirxaneyê. Hate gotin bi amblûnsên balafir gelek cenaze hatin rakirin.

Hate diyarkirin beşek ji balefirxaneyê li sivîlan hatiye girtin, tevdîrên jidiyayî hatine standin û nayê hiştin ku rêwriyên ku diçin û tên wêneyan bigirin.

AMBÛLANS NASEKININ

Her wiha tê goitn ji navçeyên Akçakale û Serêkaniyê tevahiya şevê gelek birîndar birin nexweşxaneyên Mehmet Akîf û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya rihayê.

Diyar bû ku gelek mekîneyên kar birine bejahiya Pirsûsê ya li ber sînor û rêyên ji bo dagirkirinê têne vekirin.