Erîşên dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi armanca protestokirina komkujî û erîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava carekî din daketin qadan.

Bi rojane ku êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk a li ser Rojava ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn tê protestokirin. Li bajarên Essen, Saarbrûcken, Stuttgart, Salzgitter û Giessen a Elmanyayê Kurdistanî daketin qadan û komkujiya dewleta Tirk protesto kirin.

ESSEN

Di saetên êvarê li bajarê Essenê bi hezaran kes hatin gel hev û ji bo piştigirîdayîna Rojava meşiyan. Rêveberê FED MED’ê Yilmaz Gultekîn di çalakiyê de axivî û bibîr xist ku di rojên bihorî de li bajarê Herneyê ji ber ku welatparêzekî ala YPG li camê mala xwe daliqandibû mala wî dane ber agir. Piştre parêzer Roland Meister jî axivî û diyar kir Erdogan hewildide bi komkujiyan xwe li ser piyan bigire.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûckena Elmanyayê hewildanên dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi meşekî hat protestokirin. Di daxuyaniya hatî dayîn de ji saziyên navnetewî re bang hate kirin ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ya li Rojava kirî bi lezgînî bikevin tevgerê.

GIESSEN

Li Gîessenê meşek ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate organîzekirin. Yekîtiya Sûryaniyên Ewropa (ESU), Şoreşgerên Antîfaşîst (ARAG), Rêxistina Ciwanan yê (Partiya Çep) Die Linke (SDS) û REBELL’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Di dema çalakiyê de komekî faşîstê Tirk xwest ku provakasyonê çêbike lewre ji bo demekî kurt alozî çêbû. Di axavtinên ku hatin pêşkêşkirin de ji bo bidawîbûna dagirkeriya ser Rojava bang hatin kirin. Hate zanîn ku piştî çalakiyê polîsan 4 Kurdistanî destgîr kir.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk hate şermezarkirn. Girseya qerebalix ku li meydana Kobanê (Schlossplatz) kombibûn ji bo balê bikêşin ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk meşek lidar xistin. NCKD, MLKP, PARTIZAN, PYD, MLPD û Initiative Kurdistan piştgirî dan xwepêşandanê. Nûnerê PYD yê Ewropayê Zozan Rojava di xwepêşandanê de axivî û got: “Eger Rojava bikeve vê Bakur, Başûr, Rojhilat û Ewropa jî wenda bike mirovatî jî. Şerê man û nemanê ye, em ên ku li Ewropayê dijîn ji bo vê yekê divê li kolanan bin.”

SALZGITTER

Li meydana “Am Monoument” ya bajarê Salzgitter a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wê hatin cem hev û ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava mîtîngek lidar xistin. Xwepêşandana ku bi drûşma “Destê xwe ji Rojava bikêşe” pêk hatî de alên YPG/YPJ hatin bilindkirin. Di encama hişyar nêzîkbûna girseyê ya li hemberî hewildanên provakasyonê yê çend netewperestên Tirk bûyerekî nexweş neqewimî. Ciwanan bi xwendina Helbest û stranan bal kêşandin ser berxwedana Rojava.

Li ser navê YJK-E Hakîme Yousef di xwepêşandanê de axivî û got: “Êdî Kurdistanî yekîtiyê dixwazin, divê em hemû bên ba hev û li dijî rejîma dagirker û qirkerê Erdogan şer bikin, Rojavayê biparêzin. Rojava dilê me ye, Rojava dayîkniştîmana me ye.” Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG-YPJ-QSD” û “Panzerên Elmanî ji Kurdistanê bicehimin” bidawî bû.