Heyeta Rojava bi Paritya Çep a Elman re civiya

Heyeta Bakurê Sûriye-Rojava li Parlementoya Elman a Federal bi Partiya Çep a Elman re civiya. Di civînê de qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin girtina dest.

Heyeta li gel nûnerê Têkiliyên Kerê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê Li Parlementoya Elman a Federal bi rêveber û parlementerên Partiya Çep (Dîe Lînke) re civiyan. Di civînê de qetlîamê û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê hate nirxandin. Di civîna li salona meclîsa Partiya Çep a li Parlementoya Elman a Federal pêk hat de, nûnerê Têkiliyê Karê Derve yê Rêveberiya Xweser,, nûnerê Bakurê Sûriye yê Elman Îbrahîm Murad, berpirsa Têkiliyên Karê Derve ya Kongra Star Zîlan Vedat û Dr. Gundî Dilberz jî amade bûn.

Hevseroka Koma Meclîsa Dîe Lînk Dîetmar Bartsch û parlementer Evrîm Helîn Sommer, Sevîm Dagdelen, Ûla Jelpek û Andre Honku yên tevlî civînê bûn, piranî endamên meclîa Partiya Dîe Lînke jî amade bûn.

Di civînê de destpêkê Dîetmar Bartsch axivî. Bartsch spasdariyên xwe pêşkêşî heyetê kir û got divê ew guhdarî wan bikin.

ROJAVA CIHÊ HERÎ EWLE BÛ

Ehmed Şêxo kesên di êrîşên qirker û dagirkeriya Tirk de şehîd bibûn bibîr anî û diyar kir ku beriya êrîş bê kirin Bakur Sûriye li Rojhilata Navîn hema bêje ji her derê zêdetir bi aramî û jiyanek bi hev re û aştî hebû. Şêxo got: “Ev yek wê hê baştir bihata pêşxistin. Ji bo gelê herêmê û mirovahiyê wê biba modelek. Lê nûnerê xerabiyê xwe li vê negirt.

Şêxo destnîşan kir ku dema Rêveberiya Xweser dest bi erkê kir ne ji bo welatê cîran û ne jî ji bo ti welatî ne bûye xeter û sergoyekî xwe jî neavêtine wan. Şêxo got: “QSD tenê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye û li gorî destûrên hêzên koalîsyona navneteweyî tevger kiriye. Armanca me ya sereke em pêşiya rijîna xwînê bigirin. Lê mixabin dostên me yên ku em bi hev reş şer dikir di encama helwestên ne exlaqî niha balafir, tank û top bombe li gelê me tê barandin. Bê ku jin, zarok, rojnamevan û doxtor cihê bikin qetil dikin.

‘TI CARÎ POLÎTÎKAYÊN ME YÊ CIHÊKIRINA SÛRIYEYÊ NEBÛNE’

Ehmed Şêxo anî ziman ku ji 9’ê Cotmehê ve li Rojava hovîtî tê kirin û got: “Di destê me de ewqas dîmen û tesbît hene ku niha nîşanî we bidim, wê dilê we raneke.Gelek dîmen hene ku bê ka çawa sivîlan bi hovane qetil dikin û êşekence û darve dikin hene. Me hinek bi we re parve kir, dîsa ji bo zilma dewleta Tirk ragihînin raya giştî ya Elman li vir in.”

Şêxo li ser lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re jî ev agahî da: “Me ti carî alîgiriya wê nekiriye ku em ji Sûriyeyê cuda bibin. Ti carî polîtîkayên cihêkirina Sûriyeyê me nekir. Ji ber vê yekê li gel pirsgirêkên Bakurê Sûriye û Rojava, dîsa pirsgirêkên gelan û baweriyan her demê di nava hewldanên bi rejîma Sûriyeyê re bicivin û mijarê çareser bikin de bûn. Piştî ku di serî de Emerîka û hêzên din ên koalîsyonê qad ji Tirkiyeyê re hiştin, weke ku Fermandar Mezlûm Ebdî jî diyar kirî em man di navbera ‘qirkirin û lihevkirinê’ de. Ji bo em gelê xwe ji van hovan biparêzin û dîsa jin û zarokan bikarin biewle bikin lihevkirinek wiha pêk hat. Ev yek niha tenê di warê leşkerî de ye. Lê siberojê wê di warê siyasî de jî hevdîtinên me pêk werin. Di rewşa niha de dewleta Sûriyeyê ji parastina sînorê xwe erkdar e.

HÛNKO: LI GEL GELÊ KURD IN

Piştî Ehmed Şêxo endamê Dîe Lînke û Parlementerê Parlementoya Federal Nadre Hûnko axivî û got: “Ji beriya êrîşên dewleta Tirk em her tim li gel daxwaza azadiya rewa ya gelê Kurd in.Di rewşeke wiha de em ê hê zêdetir li gel wan bin. Ji niha û şûnde çi fîzîkî yan jî siyasî em ê desteka xwe ya ji bo wan bidomînin.

Ji beriya her tiştî erka me ye ku em vê dagirkeriya der hiqûqî û hedefkirina sivîlan bixin rojeva Parlementoya federal. Em di nava hewldanan de bin ku hikûmet nekeve nava dudiliyê. Em ê bi çalakiyên xwe yên li kolanan her tim li gel gelê Kurd û dostên xwe bin.”

Andre Honko û Dîetmar Barsch destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk derhiqûqî û weke dagirekrî dibînin û bi tundî şermezar dikin.

Heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê civînên xwe sibe jî li Berlînê dewam bike.