Kampanya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin

Li bajarê Kerkûkê bi armanca komkirina alîkariyan a ji bo Rojava kampanyayek bi navê ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin.

Bi tevlêbûna 15 rêxistin, kom, navend, komên hunerî, rewşenbîrî, mamosteyên ayînî û çalakên sivîl di bin drûşmeya ‘Kerkûk ji bo Rojava li ser piyane’ kampanya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin.

Endamê Encûmena Kampanyayê û çalakanê sivîl Nejad Necim di daxuyaniya çapemenî de armanca kampanyayê vegot û got: “Kampanyaya ku me daye destpêkirin, tevahiya bajarê Kerkûkê û navçeyên vê digire nav xwe û vê 10 rojan bidome.”

Nejad Necim di berdevama axaftina xwe de got: “Alîkariyên ku têne komkirin derman û pere ye û wê ji bo mexdûrên Rojava; em ê bi alîkariya Heyva Sora Kurdistanê alîkariya ji kampanyayê bê berhevkirin bişînin Rojavayê Kurdistanê.”

Nejad Necim bal kêşa ser rewşa koçberkirinê û wiha pêde çû: “Em xelkê Kerkûkê jî ji ber şer û nakokiyan koçber bûne, ji bo wê koçberbûnê baş dizanin. Ji ber vê bi taybetî Kerkûk êşa Rojava dizane û bi qasî 10 rojan xebatên komkirina alîkariyê pêktînin û bi rêya Heyva Sora Kurdistanê bişînin Rojava.”

Mamoste Welî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser navê Îslamê êrîşî Rojava dike û got: “Êrîş û dagirkeriya Erdogan dike, li derveyî Îslamê ye. Ji ber ku Erdogan nîjatperestî û azoziyan derdixe. Lewre kiryarên Erdogan dûr in jî Îslamîbûnê. Kuştina zarok, jin û mirovên sivîl di ti olan de nayê qebûlkirin. Xeyalê dijmin ê dagirkirina Kurdistanê pûç û vala ye. Heta Kurdek bimîne wê dagirker nikare Kerkûk, Efrîn, Kobanê û Qamişlo dagir bike.