Şehîdên Rûmetê bi merasîmeke heybet spartin axê

Şervanê QSD’ê Husên Yûsif (Raman) ê li Eyn Îsa, Ebdulezîz Derwêş (Zagors Dirbêsiyê) yê li Serêkaniyê û Îzedîn Yûsif ê di encama topbarandina çeteyan a li ser gundê Çetal ê Dirbêsiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Ji fermandarên YPG’ê Şiyar Hesekê yê di merasîmê de aixî got: “Bi salan e dewleta Tirk a dagirker dixwaze van herêman dagir  bike, sivîlan qetil bike û herêmê bigirştî dagir bike. Em jî soz didin ku heta serketinê gelê xwe biparêzin.”

Endama TEV-DEM’ê Fîdan Kobanê jî got: “Ji bo ax û rûmeta xwe biparêzin em li dijî êrîşên dagirker bi fedayî li ber xwe didin.”

Li ser navê malbata şehîd Izedîn Yûsif jî Foza Yûsif jî got: “Em li ser axa xwe ne, me tiştek bi Erdgona nekiriye, lê birayê min di êrîşa dagirkeran de şehîd bû.

Piştî axaftina û şûnde nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malabatan hate kirin.