Çalakiyên li dijî dagirkeriyê dewam in
Li bajarên Hambûrg, Heîlbrnn û Lubeck ên Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan ên daketin kolanan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarên Hambûrg, Heîlbrnn û Lubeck ên Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan ên daketin kolanan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar kirin.
HAMBÛRG
Xwepêşandanên protestoyî ya Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê îro jî dewam kir. Nêzî hezar kesên di saetên şevê de li stasyona trenê ya navenda Hambûrgê hatin ba hev bi hildana alên YPG/YPJ’ê û dirûşman ber bi sefaretxaneya Tirk ve meşiyan.
Di meşê de Nûnerê KNK’ê Serhet Çetînkaya axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirker ên dagirkeriyê ya li ser Kurdan ji her demê leztir îro pêwîstî bi yekîtiya netewî ya Kurdan heye. Aktivîstên Elman, alîgirên St. Paûlî û komên şoreşger ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê
HEÎLBRONNN
Bi xwepêşandananekê ya li Kîlîansplatzê dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.
LUBECK
Li bajarê Lubeck a Elmanyayê bi meşekê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.Di axaftinên hate kirin de hate gotin divê bi lezgîn Tirkiye deverên dagirkirî vala bike.