MLKP: Hevrêyê me Kerem Pehlîvan şehîd bû

MLKP'ê ragihand şervanê wan  Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) şehîd bûye.

Rêxistina MLKP'ê ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di êrîşa dagirkeriya Tirk de ya li ser Rojavayê Kurdistanê, 9'ê Cotmehê şervanê wan Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hevrê Demhat, şervanê ji Tabûra Şehîd Serkan, li ser xeta sînor dema ku li ser peywira şoreşger bû, di roja pêşî ya êrîşê de bi suîkastê şehîd bû.''

MLKP'ê di daxuyaniya xwe de got, ''Em soz didine te û şehîdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dagirkeran şer bikin, heta ku em berxwedana azadî û rûmetê xaka xwe rizgar bikin bidomînin.''