Parastina hewayî ya Iraqê balafira bêmirov a dewleta Tirk xist
Hat daxuyandin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ku li bajaroka Çîmen a Kerkûkê amadehiya êrîşê dikir, bi fermana Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê hatiye xistin.
Hat daxuyandin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ku li bajaroka Çîmen a Kerkûkê amadehiya êrîşê dikir, bi fermana Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê hatiye xistin.
Cîgirê Fermandariya Hêzên Parastina Hewayî ya Herêma Bakurê Iraqê Rûkan Ebdulselam Hemûdî, têkildarî xistina balafira bêmirov a dewleta Tirk daxuyanî da.Rûkan Ebdulselam diyar kir ku balafira bêmirov a ku ji Silêmaniyê hatibû, ji bajaroka Çîmen derbazî qada hewayî ya Kerkûkê bû û bi fermana Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê hat xistin.
Piştî ku xistina balafirê li ser medyaya dijîtal hat weşandin, dewleta Tirk neçar ma daxuyaniyekê bide. Dewleta Tirk a dagirker li xwe mikur hat ku balafira bêmirov a hatiye xistin modela Aksungur e û li dijî PKK’ê amadekariya êrîşê dikir.