Tankên Tirk li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya di bin kontrola PDK'ê de ye û li herêmê bi cih kiriye.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya di bin kontrola PDK'ê de ye û li herêmê bi cih kiriye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, di şeva 27-28'ê Tebaxê de, saet navbera 01:00-02:00 artêşa Tirk a dagirker 2 tankên li TIR'an siwar kiribû ji Deriyê Sînor ê Serzerê derbas kir ku di bin kontrola PDK'ê de ye.
Li gorî agahiyan, tank ji rêya asfaltê di nava bajarê Amediyê re hatin derbaskirin û li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin.
Bendava Dêrelukê li ser Ava Zê ye, di navbera girên Bahar û Kurojahro de ye û li navenda rojhilat û rojavayê Zapê ye.
Hate ragihandin ku tankên bi hevkariya PDK'ê derbasî herêmê hatin kirin, wê ji cihê Bendava Dêrelukê li qada Geliyê Reşova bêne bicihkirin û li dijî tunel-çeperên gerîla bêne bikaranîn.
PDK par li Bendava Dêrelukê bi cih bûbû û li jora wê jî leşkerên Tirk hatibûn bicihkirin.