Kedkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara tê birêkirin
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Cenaze piştî merasîma li Parka Azadî wê ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê şandin.
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Cenaze piştî merasîma li Parka Azadî wê ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê şandin.
Kedkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara li nêzî navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin.
Li Parka Azadî merasîmek hate lidarxistin û piştî merasîmê wê cenazeyê Gulistan Tara ber bi bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ve bê şandin.
Di 23'ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd ketin, 6 kedkarên çapemeniya azad jî birîndar bûn.