Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Herî dawî di 23'ê vê mehê de, li ser rêya Seyidsadiqa ser bi Silêmaniyê du jinên rojnamevan kirin armanc û şehîd kirin. Şermezarkirin û nerazîbûn li hember êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk berfireh dibin. Têkildarî vê mijarê çavdêrê siyasî û rojnamevan Karox Omer ji ANF’yê re axivî.
Rojnamevan Karox Omer di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku em li ser mijarekê diaxivin ku têkildarî her takekesekî Kurd e û got: "Şehîdbûna her du hevalên me yên rojnamevan li nav axa Herêma Kurdistanê ji me re dibêje ku dijminên Kurdan armanc dikin ku Kurd li ku derê bin, wan bikin armanc. Ev her du rojnamevan Kurd in, lewma ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin armanckirin.
Tirkiyeyê bi dehan hemwelatî kirine armanc, armanca sereke ya Tirkiyeyê jinavbirina Kurd û Kurdistanê ye. Dengê rojnamevanan girîng e ku hebe ji bo hişyariya civakê, lewma ya girîng ew e ku welatî bi her awayî ku dikarin helwesta xwe nîşan bidin.”
Rojnamevan Karox Omer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew çar dewletên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, her yek ji wan bi awayekî hewl dide ku Kurdan ji nav bibe û wiha domand: "Tirkiye yek ji wan welatan e ku ajandayeke wê ya taybet heye ji bo jinavbirina Kurdan. Eger pirsgirêka Tirkiyeyê tenê bi bakurê Kurdistanê re heye, çima êrişî rojava û başûrê Kurdistanê dike? Lewma em digihîjin wê encamê ku Tirkiye bi her awayî li dijî Kurd e.
Mixabin niha aliyekî siyasî heye ku ketiye xizmetkirin û hevkariya vê ajendaya Tirkiyeyê. Girîng e ku em hemû li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin.
Tirkiye ne tenê li dijî PKK’ê ye, her wiha Tirkiye wisa dibîne ku Mûsil ji wê hatiye veqetandin, kar ji bo vegerandina wê dike. Hemû planên Tirkiyeyê li dijî Kurdan in, jinavbirina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê û astengkirina aboriya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku niha Tirkiye rastî qeyrana aborî hatiye, dixwaze bi vê rêyê aboriya xwe bi hêz bike û Wîlayeta Mûsilê vejîne. Ev jî tê wê wateyê ku dixwaze Herêma Kurdistanê û Kurdan jî ji holê rake."
Karox Omer her wiha got: "Divê di mijareke wiha de em hemû biaxivin, ji ber ku mijareke neteweyî ye, mijarek exlaqî û niştimanî ye. Ev mijar têkildarî me hemûyan e û ne tenê têkildarî aliyekî diyarkirî ye. Eger em vê dagirkeriya Tirkiyeyê ranewestînin, dê bibe metirsiyeke mezin.”
Karox Omer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê em hemû li hember van êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin û got: "Tirkiye bi kûrahiya 49 kîlometran ketiye nav axa başûrê Kurdistanê. Li beşek ji wan deveran şer heye. Xelkê Behdînan û Dihokê di metirsiyê de ye, ji ber ku rojane dikevin ber êriş û bombebarana Tirkiyeyê.
Niha Tirkiye di nav têkçûneke mezin de ye, ji ber ku em ber bi zivistanê diçin û Tirkiye nikare li hember berxwedana gerîlayên azad ên Kurdistanê xwe ragire. Divê ew yek ji raya giştî re bê eşkerekirin ku Kurdan êriş nekiriye, tenê parastina axa xwe dikin.
Qendîl axa Kurdistanê ye. PKK parastineke exlaqî dike ji bo mayîna Kurd û Kurdistanê. Loma divê em hemû bi gerîlayên PKK’ê re bin da ku bi ruhiyeteke berfirehtir parastinê bikin.
Divê bê diyarkirin ku berpirsên PDK’ê hene ku bûne sedema eşkerekirina cihê gerîlayên PKK’ê û şehîdbûna wan. Eger ew hevkariya wan nekin, Tirkiye şarezayê vê deverê nîn e. Loma erka me hemûyan e ku em li dijî vê dagirkerî û van êrişên Tirkiyeyê rawestin."