Mamoste Şemal ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat bibîranîn

Malbat û dostên wî Mamoste Şemal (Suheyl Ezîz Xurşîd) ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li ber mala wî ku li wê derê hat qetilkirin bi bîr anîn.

Beriya du salan Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamosta Şemal li ber deriyê mala xwe ya li bajaroka Kifrî ya Germiyanê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Şehîd Mamosta Şemal, îro piştî nîvro bi amadebûna malbat û hevrêyên wî, merasîmek bîranînê li ber derê mala wî hat lidarxistin.

Di merasîmê de 28 gul li ser bisiklêt Mamosta Şemal hat danîn û şitlên daran hatin çandin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Yek ji hevrêyên Mamosta Şemal, Salih Mihemed axivî û got: “Piştî şehîdbûna Mamosta Şemal me biryar da wek kevneşopiyekê her sal em wî li vê derê bibîr bînin.”

Piştre Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Azadî Cuma Kerîm axivî û got: “Îro 28’ê Tebaxê me li ber mala Mamosta Şemal di duyemîn salvegera şehîdxistina wî de ew bibîr anî. Me di merasîmê de 28 gul li ser bisiklêta Mamosta Şemal danî û şitlek jî li ber derê mala wî çand ji ber ku Mamosta Şemal gelek ji jîngehê hezdikir.”

Di dewamê de Cuma Kerîm got: “Em wek hevrêyên Mamosta Şemal salane ji bo vê bîranînê lijneyek avadikin. Ev jî nîşaneya heskirina xelkê ya ji bo Mamosta Şemale ku hemû kesê jê hezdikir û kariye di hemû aliyan de xizmetê bike. Ji ber wê îro ji hemû beşên civakê xelk li vê derê kombûye. Wek hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser rêbaza Şehîd Şemal berdewam bikin heta ku digihin heqîqetê.”