Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt

Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala ku nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegihanê Pîrhayê Kamber Yildiz lê diman de girtin.

Li Semsûrê nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren ku ji bo şopandina nûçeyan çûbûyê, tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan Pîrhayê Kahmber Yildiz ji aliyê cendirmeyan ve di GBT'ê re hatin derbaskirin. Ren û Yildiz ku li Meletiyê nûçe dişopandin, ji wir çûn Semsûrê. Li vir cendermeyan bi ser mala ku lê diman de girtin.

Mala ku Ren û Yildiz lê diman di demeke kurt de du caran ji aliyê ekîbên cuda yên cerdermeyan ve hat serdegirtin. Cendirmeyan xwest careke din rojnamevanan di GBT'ê re derbas bikin û ji wan pirsin ku çûne ku derê.

Her wiha cendirmeyan ji rojnamevanan re ji bo serdegirtina malê de gotiye, "Bila di navbera me de bimîne."