Şêniyên Wanê: Rê û muxatabê çareseriyê diyar e
Şêniyên Wanê ji bo danûstandin û diyaloga çareseriya pirsgirêka Kurd işaret bi Meclîsê kirin û gotin, muxatab jî Rêber Apo ye.
Şêniyên Wanê ji bo danûstandin û diyaloga çareseriya pirsgirêka Kurd işaret bi Meclîsê kirin û gotin, muxatab jî Rêber Apo ye.
Şêniyên Wanê hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Apo re ku piştî 44 mehan hate kirin û daxuyaniyên hikumetê nirxandin û bal kişandin ser biratiya xwe dispêre mafên wekhev.
Mehmet Sevînç ku li Wanê karê kuaforiyê dike bal kişand erîşên li ser Rojava yên ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî hatin kirin û wiha got: “Êrîşên li ser Rojava tên çi wateyê? Eger behsa aştiyê tê kirin, muxatab Rêber Apo; biçin bi Rêber Apo re biaxivin. Lê eger mebesta we ne aştî be, bi gotinên derew civakê nexapînin. Eger mebest aştî be, êrîşên li ser Iraq û Rojava tên çi wateyê? Zehmet e ku mirov vê yekê fêhm bike. Helbet em jî aştiyê dixwazin. Divê biratiya Kurd û Tirkan pêk were. Divê ev pirsgirêk ji holê rabin û em di nav aştî, wekhevî û biratiyê de bijîn; bila hemû cudakarî ji holê rabin û aştî pêk were.”
‘DIVÊ BI MUXATABAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’
Huseyîn Akdag jî ku li Wanê xwaringehekê dixebitîne wiha axivî: “Ji bo ev şerê 50 salan ê li Tirkiyeyê bi aştiyê bi encam bibe divê bi muxatabên wê re hevdîtin bê kirin. Baş e muxatab kî ye, muxatab diyar e, muxatab Rêber Apo ye. Axaftina Rêber Apo û rakirina tecrîdê wê bibe gaveke gelekî mezin. Divê li meclîsê bê nîqaşkirin. Behsa aştiyê dikin lê wê êrîşî Rojava jî bikin. Ev xizmeta aştiyê nake, ev xizmeta şerî dike. Ev bi salan e em vê yekê dibêjin lê em xelet tên fêhmkirin.”
‘DIVÊ ÇARESERIYÊ NEKIN QURBANA HESABÊN BIÇÛK’
Zekî Orukê ku dikana qundureyan dixebitîne diyar kir ku ew jî alîgirê çareseriyeke bi diyalog û danûstandinê ye. Oruk wiha dewam kir: “Ev ji qenciya tevahiya civakê ye. Ez bang li rayedaran dikim. Bila rûnên û li ser vê pirsgirêkê biaxivin. Muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye. Eger hûn niha çareser nekin wê sibê pirsgirêk mezintir bibe. Eger ev pirsgirêk berî 20 salan hatibûya çareserkirin îro em ê di vê rewşê de nebûna. Lewma îro neyê çareserkirin 10 sal din wê hûn xirabtir bibe. Ji rojava heta rojhilat bandoreke rasterast li ser her aliyî dike. Pereyên gelekî mezin didin şer. Eger ev pere li şer nehatibûya xerckirin, îro wê aborî, tenduristî û perwerde ewqasî xirab nebûya. Êdî wextê çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye. Divê çareseriya vê pirsgirêkê nekin qurbanê siyaset erzan.”