PJAK: Hevalê me Şoreş Qelat şehîd bû

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku roja 28’ê Cotmehê, Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qelat li ser rêya Pîranşar-Mehabadê bi awayekî nemerdane hatiye şehîdkirin. Her wiha hemû angaştên dewleta Îranê yên di vî warî de red kirin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniyekê de têkildarî şehîdbûna Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qelat ragihand: "Rejîma Îranê, di gel hemû zexta hundirîn û derve, siyaseta xwe ya xapandinê didomîne û hewl dide bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Ev rejîm ji her aliyî ve hewl dide bi rêya zext, serkut, girtin û kuştinê hemû berxwedêran, civaka Îranê û bi taybetî gelan û hemû çînan bitirsîne û bêbandor bike û ji aliyekî din ve bi awayekî dûr ji hemû pîvan û prensîbên mirovî, exlaqî û wijdanî hewl dide dengê xelkê nerazî û daxwazên wan bi hêz û dewletên derve ve girê bide û bi vî awayî rewabûnê bide zext û siyasetên xwe yên nemirovane.

Desthilat amade ye ku ji bo hêzên derve her cure tawîzekê bide, tenê bi wê mercê ku civaka navneteweyî li hember serkutkirina gelan tu bertekekê nîşan nede. Rejîm ji ber bêçarebûna xwe ya li hember rewşa niha û bicihneanîna daxwazên civakê rêya xiyanetê daye ber xwe. Vê desthilatê piştî serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê rewabûna xwe di nav hemû civaka Îranê de bi tevahî winda kiriye û ji bo domandina pergala xwe hewl dide bi rêya hêza leşkerî û dezgehên xwe yên serkutker hemû dengên nerazî bêdeng bike. Bi taybetî hewl dide girtiyên siyasî û di nav wan de jin û ciwanan bixe bin zext û îşkenceya derûnî, ruhî û bedenî û malbatan neçarî teslîmiyetê bike û di heman demê de li hember hêzên azadîxwaz bi temamî bi şîdetê miamele dike.

Roja 28’ê Cotmeha 2024’an li ser rêya Pîranşar-Mehabadê, hêzên Îtilaetê bi hevkariya Pasdaran û kirêgirtiyên herêmê bi awayekî nemerdane hevalê me Şoreş Qelat (Mewlan Rostemî) bi gulebaranê şehîd kirin û paşê ji bo veşartina vê kiryara nemirovane senaryoyek amade kirin ku qaşo hêzên wan komek ji nav birine ku ji Herêma Kurdistanê çûne nav Îranê."

PJAK’ê tevî redkirina van angaştan ragihand: “Em hemû wan agahiyên çewt ên rejîma Îranê red dikin û bi tundî rejîma serkut û darvekirinê şermezar dikin û di heman demê de raya giştî ya gelê me, welatparêz, malbat û xizmên hevalê me yê şehîd û gel û civaka Îranê agahdar dikin ku heval Şoreş Qelat kurê vê ax û gund û malbata welatparêz bû û sala 2015’an tev li refên partiyê bû û di dirêjahiya vê demê de li hundir welat mijûlî karê rêxistinî û çalakiyên ne-leşkerî û hişyarkirina gel bû û di vê rêyê de heta endamtiya meclîsa partiya me çû û heta dawî baweriya wî bi çalakî û karê sivîl hebû û di vê rêyê de bi awayekî bêwestan tê koşiya. Berevajî hemû angaştên rejîmê, hevalê me Şoreş Qelat kesayetiyeke heta dawî welatparêz û şoreşgerekî jîr bû ku ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê xwe û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a gelan hemû hewla xwe dida, tu tiştî nekarî bibe asteng li hember hewl û têkoşîn û çalakiyên wî yên rêxistinî di nav gelê me û civakê de."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Bi boneya şehîdbûna vî lawê hêja yê gelê me û endamê meclîsa partiya me, em sersaxiyê ji malbat, zarok û hemû heval û hezkiriyên wî re dixwazin û em soz didin ku em ê li ser rêya wî ya azadî, wekhevî û mirovahiyê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Heval Şoreş kesayetiyek bû ku di asta herî bilind de fedakar bû. Her çend zewicîbû jî, lê ev yek nekir asteng li pêşiya têkoşîn û xebata azadîxwaziyê û her dem bi helwest û gotinên xwe destnîşan dikir ku jiyana hevpar û demokratîk tenê bi têkoşîn û xebat û welatparêzî û evîna welat pêk tê, bi vî awayî ava dibe, berevajî vê yekê xiyanet e û di encamê de teslîmiyet e.

Heval Şoreş Qelat bi xebat û hewl û westana xwe û kesayetiya xwe ya têkoşer dihat naskirin. Girêdayî gel û welat û azadî û pêkvejiyana gelan bû û di hemû qadên têkoşînê de bê dudilî û tirs beşdar dibû û hemû hewl û şiyanên xwe di rêya bidestxistina armancên şoreş û azadiya gel de bi kar dianîn. Sade dijiya û têkiliyeke xurt bi hevalên xwe re ava dikir û hevaltî û prensîbên exlaqî bingeha tevgera wî bûn.

Çalakiya civakî û girseyî qanûna herî bingehîn a gelan e ku hemû cîhanê bi fermî nas kiriye, lê rejîma Îranê bi israrkirina li ser siyaseta xwe ya nedemokatîk û nemirovane bi dirêjahiya 40 salan nîşan daye ku tu yek ji van prensîb û pîvanên mirovî, exlaqî, çandî û siyasî yên gelan rewa nabîne. Gelê me û civaka Kurd û hemû civakên nav Îranê divê bizanin ku hemû angaştên rejîmê yên ji bo guherînê dûrî rastiyê ne û ji bilî xapandina xelkê ne tu tişt in, niha jî em dibînin ku kuştin û girtin û îdamkirin û siyasetên din ên wekî wan ên rejîmê wekî xwe berdewam in.

Careke din bi nûnertiya tevgera me, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) sozê dide malbat û hemû xizmên şehîdê me û gelê me û hemû azadîxwazan ku şehîdbûna heval Şoreş Qelat û hemû şehîdên din ên rêya azadiyê, me ji têkoşînê dûr naxe; berevajî vê yekê, ji bo gihîştina hêvî û armancên hemû şehîdên rêya azadî û pêkvejiyana azad û demokratîk a gelan bi hewleke zêdetir em ê têkoşîn û çalakiyên xwe pêşve bibin. Em daxwazê ji gelê xwe yê welatparêz û niştimanperwer dikin ku ji bo bîranîna şehîd Şoreş û hemû şehîdên xwe û ji bo wefadariya li hember wan, avakirina jiyana azad û têkoşînê wekî erkê xwe yê exlaqî û siyasî bibînin û di rêya gihîştina vê astê de di her gavê de kesayetiya xwe li ser bingeha azadîxwaziyê perwerde bikin. Bi vî awayî em dikarin layiqî hevaltiya heval Şoreş bin û wan heta heta nemir bihêlin. Soz û peymana me ji bo tolhildanê, tolhildaneke rastîn e ji vê cîhana nemirovane û xapînok. Şehîd bi rêya xwe zindî ne, şehîd Şoreş her dem zindî ye û şehîd xwediyê rastîn ê vê ax û vî welatî ne.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de:

Nasnav: Şoreş Qelat
Nav û paşnav: Mewlan Rostemî
Navê dayikê: Zehra
Navê bavê: Hisên
Jidayikbûn: 1979, Gundê Sîsêrî, Serdeşt
Tevlîbûn: 2015
Şehîdbûn: 28’ê Cotmeha 2024’an"