Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Cotmehê” eşkere kir.
Di raporê de hat gotin, “Tenê di meha Cotmehê de 9 hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin û bi tundî û gefa polîsan re rû bi rû man. Mînaka vê ya herî berbiçav jî bû êrîşa li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad. Polîsên ku êrîşî mitînga ku di 13’yê Cotmehê de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hate lidarxistin kirin, çar rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de astengkirin. Di 15’ê Cotmehê de jî 3 rojnamevanên ku di çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê hate lidarxistin de nûçe dişopandin hatin astengkirin û binçavkirin.
Desthilatdarî, ji aliyekî gotinên “aştî” tîne ziman, li aliyê din jî li qadê li dijî kesên aştiyê dixwazin zext û êrîşên xwe zêde dikin û rojnamevan hedef girtin. Di bingeha van polîtîkayên desthilatdariyê de di meha Cotmehê ya 9 rojnamevan hatin binçavkirin de, li 11 rojnamevanan mûameleya nebaş hate kirin û gef li 7 rojnamevanan hate xwarin.”
Di raporê de hate gotin ku, “Mesaiya rojnamevanan a li korîdorên edliyeyê ya daraz veguheriye amûreke dîzaynkirina siyasetê di meha Cotmehê de bi awayekî zêde berdewam kir. Di encama van darizandinan de ku di 39 dosyayan de 104 rojnamevan tên darizandin li 11 rojnamevanan 19 sal û 8 meh û 13 roj cezayê girtîgehê hate dayîn. Derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hate vekirin.”
Di raporê de hate diyar kirin ku desthilatdariyê 119 hesabên medyaya dijîtal asteng kiriye û bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal gelek welatî binçav kirine. Di raporê de zextên li ser Rojnameya Yenî Yaşamê û Açik Radyoyê jî hate bibîr xistin.
Di raporê de hate gotin ku,yek ji geşedanên girîng ên di meha Cotmehê de pêk hatin jî derbaskirina pêşnûmeqanûna “Sîxurgeriya bandorkirinê” ya ji 23 xalan pêk tê ji Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ku rojnamevan û mûxalefet li dijî wê ne bû.
Di raporê de ev agahî hatin dayîn, “Rojnamevanên rastî êrîşê hatin 1, rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin 1, rojnamevanên hatin binçavkirin 9, rojnamevanên hatin girtin 1, rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin 7, rojnamevanên gef li wan hate xwarin 11, rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 9, Hejmara rojnamevanên girtî 38’in.”