Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyê me Rêgeş Qelqelî her tim îdîaya xwe ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî.”
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyê me Rêgeş Qelqelî her tim îdîaya xwe ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:
“Di 30-31’ê Tîrmeha 2024’an de hevrêyê me Rêgeş Qelqelî di operasyona dijmin a li herêma Elkê ya Botanê pêk anî de, heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya û nûneriya ruhê berxwedanê yê partiya me PKK’ê kir. Meşa xwe ya azadiyê ya ku bi îdîa û biryardariyeke mezin destpê kirî, bi şehadetê tacîdar kir.
Zarokê bi wêrek ê Serhedê, milîtanê hêja yê Apoyî hevrêyê me Rêgeş tevlîbûna nava refên gerîla weke gava avêtî azadiyê, îfade kir. Her tim îdaya xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî. Di nava gelek xebatên stratejîk de cih girt û bû layiqê baweriya hevrêyên xwe. Qibleya têkoşînê ya hevrêyê me her tim, bû Bakurê Kurdistanê. Bi hêza ku ji hevrêyên xwe yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi fedayiyane şer dikin wergirtî, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bawer kir ku bi têkoşîna li vir dikare dijmin têk bibe. Hevrêyê me li her qada Bakurê Kurdistanê, nûneriya ruhê berxwedan û tolhildanê ya demê kir. Hevrêyê me Rêgeş bi pratîka xwe ya serketî, hêza têkneçûnê ya milîtaniya Apoyî îspat kir û bi mîrateya têkoşînê ya li pey xwe hiştî, bû temînata pêşxistina berxwedaneke hîn bi bandor û encamgir.
Weke hevrêyên wî, di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Rêgeş Qelqelî em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Qelqelî û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyala hevrê Rêgeş a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Rêgeş bi vî rengî ne:
Nasnav: Rêgeş Qelqelî Nav û Paşnav: Nûrşîn Bedir Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Yazgul – Huseyîn Cih û Dîroka Şehadetê: 30 – 31’ê Tîrmeha 2024’an / Botan |
Hevrêyê me Rêgeş li navçeya Qelqelî ya Wanê ya ku bi dehan zarokên xwe yên herî hêja şandiye nava têkoşîna azadiyê, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî pir girêdayî kevneşopî û çanda Kurdî bû, hevrêyê me Rêgeş jî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Lê belê hevrêyê me hîna di temenekî biçûk de dest bi lêpirsînkirina derdora xwe kir, êdî derbarê jiyanê de nakokiyên wî çêdibûn. Nakokiya wî ya destpêkê têkildarî dijmin çêbû. Hevrêyê me dibistana seretayî li YÎBO’yan ku navendên asîmîlasyonê ne, xwend. Li vir fêm kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê me asîmîle bike û di qirkirinê re derbas bike. Ev dibistan bi temamî li gorî sîstema leşkerî dixebitin. Hevrêyê me ferq kir ku li van dibistanan tê armanckirin ku zarokên Kurd ji cewherê xwe bên qutkirin û xweparastin kir armanca xwe ya sereke. Di heman demê de hevrêyê me fikirî ku hin ferasetên paşverû yên di nava civakê de, ti feydê nadin gelê me û rewşa mêtingeriyê ya heyî hîn kûrtir dike. Di dema ciwantiya xwe de hîn zêdetir rastiya dijmin, hezkirina welat û pîvanên welatparêziyê lêpirsîn kir. Hevrêyê me anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi Kurdîtiya xwe hesiyan zêde têrker nîne, fikirî ku divê teqez xaka ku li ser dijî bê azadkirin. Fêm kir ku li dijî feraseta namûsê ya çewt a di nava civakê de, namûsa rast parastina Kurdistanê ye. Anî ziman ku Kurdîtiya Azad encex wiha dikare bê jiyîn. Li ser vî bingehî lêpirsîn û lêgerînên xwe domand û weke ciwanekî Kurd xwest wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me Rêgeş partiya me PKK ji zarokatiya xwe ve nas dike. Ket ferqa wateya gerîla ya ji bo gelê me. Lewma her tim bi xeyala dîtina gerîla mezin bû. Hevrêyê me dema ji bo xwendina Zanîngehê çû Afyonê, têkoşîna me hîn ji nêztir nas kir û li vir dest bi xebatên xwe yên destpêkê kir. Di nava xebatên ciwanan ên şoreşgerî û welatparêziyê de cih girt û kêmek jî be hîs kir ku wezîfeyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih anîne. Hevrêyê me li bajarê ku lê dixwend, derfet dît ku rastiya dijmin ji hîn nêztir nas bike û di heman demê de rastiya dewleta Tirk a mêtinger hîn baştir fêm kir. Di sala 2014’an de ji tevlîbûna dotmama xwe ya nava refên gerîla, bandor bû û bi rengekî hîn aktîftir tevlî xebatan bû. Hevrêyê me Rêgeş di sala 2015’an de hîs kir ku dijmin wê li dijî gelê me êrîşeke qirkirinê ya nû bide destpêkirin û li dijî vê yekê, weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê teqez bersiva van êrîşên dijmin bide. Hevrêyê me fêm kir ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Zanîngeha ku dixwend, berda û heman salê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku perwerdeya gerîla ya destpêk li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, di demeke kurt de hînê jiyana çiyê bû. Bi perwerdehiyên ku dîtiye re xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Hevrêyê me Rêgeş ku xwedî kesayeteke gihîştî û durist bû, bi sekna xwe ya li nava jiyanê re bawerî da hevrêyên xwe. Piştî ku perwerdeya wî bidawî bû, erka perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla dibûn,girt ser milên xwe. Ji aliyekî ve hevrêyê me endamên gerîla yên nû perwerde dikir, ji aliyê din ve jî xwe di gerîlatiyê de kûrtir dikir û vê xebata xwe bi awayekî serketî bi dawî kir. Li ser vê bingehê ji bo ku derbasî qadên ku şer lê giran e, gelek israr kiriye. Di gelek xebatan de cih girtiye û ji bo pêdiviyên şoreşê yên serdemê bi cih bîne, kedeke mezin raber kiriye. Di van xebatan de hevrêyê me yê ku berê wî tim ber bi Bakûrê Kurdistanê ve bû, roj bi roj lêhûrbûnên xwe ya li ser vê mijarê kûrtir kir. Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dijwar bûn, dubare xwest biçe herêmên ku şer lê giran bûye. Li ser vê bingehê hevrêyê me pêşî fikirî ku divê di aliyê îdeolojîk û leşkerî de xwe li gorî perspektîfên serdema nû perwerde bike û demeke din cihê xwe di nava xebatên perwerdeyê de girt. Hevrêyê me ku di pêvajoya perwerdeyê de xwe di aliyê îdeolojîk de pêş xist, ji bo xwe bigihîne kesayetiyeke Apoyî her tim hewl da. Hevrêyê me ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakariyê tê naskirin, di pêvajoya perwerdeyê de bi rengekî serketî xwe ji xebatên pratîkî re amade kir. Bi taybetî xwest li gelek herêmên Kurdistanê bersivê bide êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û Tevgera me. Hevrêyê me yê ku ket ferqa dikare vê bi rengekî herî bi bandor li Bakurê Kurdistanê bi ser bixîne, pêşniyarên xwe di vê çarçoveyê de bi pêş xist. Hevrêyê me Rêgeş ê di dema lêhurbûnên xwe yên li ser çûyîna Bakurê Kurdistanê, hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên dijmin bi awayekî fedaî di tunelan de li ber xwe didan hîs kir, xwest ruhê ku ji van hevrêyan wergirtî bike bingeha derketineke xurt.
Yek ji xeyalên herî mezin ên hevrêyê me ku pêşniyarên wî yên ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê hatin qebûlkirin, ew bû ku li herêma Wan a lê ji dayik bû û mezin bû, gerîlatî bike. Hevrêyê me yê ku vê xeyala xwe pêk anî, bi coş, kêfxweşî û biryardariyeke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Armanca hevrêyê me yê sereke şikandina êrîşên dijmin ên li ser gelê me û parastin û pêşxistina çeperên ku hatine bidestxistin bû.Hevrêyê me Rêgeş ê ku di wê ferqê de ye ku pêwîstî bi fedekariyeke mezin heye, di vê wateyê de hewl da ya herî baş bike. Hevrêyê me ku li herêma Wanê tevlî gelek xebatan bû û erkên şoreşê pêk anî, tecrûbeyeke girîng a leşkerî û îdeolojîk bi dest xist. Bi parvekirina van tecrûbeyan bi hevrêyên xwe re her tim hewl da têkoşîna me hîn bêhtir mezin bike. Hevrêyê me ku di her kêliyê de ji bo ku derbên xurt li dijmin bixe di nava lêhûrbûnan de bû, bi taybetî ji bo şikandina polîtîkayên tecrîdê têkoşîna xwe mezin kir û bêyî dudilî tevlî bû. Hevrêyê me Rêgeş ku ji tevlîbûna xwe ya li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta kêliya gihaşt şehadetê her tim xwedî tevlîbûneke bi coş û çalak bû, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û durust re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me yê ku di wê ferqê de bû şoreşgeriya Apoyî bi têkoşîna li ser xeta serketinê re pêkan dibe, her tim kedek mezin raber kir. Em hevrêyê xwe Rêgeş ê ku şehadeta wî ji bo hevrêyên wî bû sedem ku hîn bêhtir têbikoş in, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.”