375 roj in Rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
375 roj in rojnamevan Silêman Ehmed li Girtîgeha PDK’ê girtî ye.
375 roj in rojnamevan Silêman Ehmed li Girtîgeha PDK’ê girtî ye.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin.
Rojnamevan Silêman Ehmed 375 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê ragihand ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’.
Herî dawî di bin zextên sivîl ên rojnamevan, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.
Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya rojnamevan Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.