Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
24 kesên ku di operasyona îmhakirinê ya Herekolê ya dewleta Tirk de hatibûn binçavkirin, 10 ji wan hatin girtin.
24 kesên ku di operasyona îmhakirinê ya Herekolê ya dewleta Tirk de hatibûn binçavkirin, 10 ji wan hatin girtin.
Dewleta Tirk a dagirker ku di 28’ê Cotmehê de li ser Deşta Çemêkarê ya herêma Herekol a Sêrtê dabû destpêkirin 24 kes binçav kiribûn. Ji wan 10 kes hatin girtin.
Ji kesên hatibûn binçavkirin, 8 jê piştî îfadeya li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê duh serbest hatibûn berdan, 16 ji wan îro sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin. Gerîlayên HPG'ê Îlhan Tekînalp û Recep Kipkaç piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û gundiyên bi navê Geliye Yilmaz, Mehmet Salîh Taşçi, Reber Taşçi, Hacî Taşçi, Davût Taşçi, Delîl Taşçi, Metîn Taşçi, Hamît Eşlîk bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Ayşe Taşçi, Resûl Bûldûk, Omer Kaçar, Omer Kaymaz, Abdulhamîd Kaymaz, Hatûn Kaymaz serbest hatin berdan.