BI DÎMEN

‘Divê pêvajoya aştiyê ji Îmraliyê destpê bike’

Nivîskar û çalakvanên derbarê pêvajoya çareseriyê ev tişt gotin: “Çareserî li Îmraliyê ye. Ji bo ku çareserî hebe, divê tecrîd were rakirin û mercên pêvajoya aştiyê werin qebûlkirin.”

Dewleta Tirk a qirker û faşîst êrîş û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê didomîne û desthilatdarên başûrê Kurdistanê bêdeng in. Têkildarî vê yekê nivîskar Simko Sabîr û çalakvanê siyasî Cuma Kerîm ji ANF’ê re axivîn.

Simko Sabîr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her dema ku dagirkerên Kurdistanê hest bi lawaziya xwe kirine, berê xwe dane pirsa aştiyê û got: “Welatên dagirker di pirsa aştiyê de ne durist in, her tim dixwazin gelê Kurd bixapînin. Bi taybetî niha hin guherînên navneteweyî li pêş in, Tirkiye ditirse ku beşek ji axa xwe ji dest bide. Ji ber vê yekê çend senaryo di destê Tirkiyeyê de hene, behsa aştî û mafê gelê Kurd dike lê em dizanin di dema borî de çend caran PKK’ê agirbest ragihandiye lê dewleta Tirk pabend nebûye.”

Simko Sabîr di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Dewleta Tirk ne durist e. Dema ku behsa pêvajoya aştiyê dike, li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê komkujiyê pêk tîne, daristan û gundan wêran dike, ziyaneke mezin gihandiye rojavayê Kurdistanê. Her çend hevdîtin bi Serokatiyê re hate kirin û dewleta Tirk dixwaze bi kar bîne û Qendîl çekan dayne, bêguman ev jî tu caran pêk nayê.”

‘DIVÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ BE’

Her wiha çalakvanê siyasî Cuma Kerîm da zanîn ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi aştiyeke rasteqîne heye û got: “Divê pêvajoya aştiyê li Îmraliyê be, eger na pêvajoya aştiyê nabe. Me dît ku desthilatdarên Tirkiyeyê hin gotin derbarê aştiyê de kirin, lê di heman demê de bombebaran û dagirkeriyê li hember başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê pêk tînin. Ev her du tişt hev nagirin, divê dewleta Tirk xwe zelal bike, yan dê aştiyê pêk bîne û dev ji êrîşan berde yan jî dê êrîşên xwe bidomîne ku dê zerarê bide wê.”

‘LI DERVEYÎ ÎMRALIYÊ TU PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ YA RAST ÇÊNABE’

Cuma Kerîm di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurd dewleta Tirk nas dike lewma eger daxwazeke aştiyê hebe, divê dewleta Tirk durist be; eger na tu caran aştî pêk nayê û got: “Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdan jî vê rastiyê dizanin, pêvajoya aştiyê li Îmraliyê ye. Li derveyî Îmraliyê tu pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîne nabe. Lewma eger dewleta Tirk aştiyê dixwaze, divê deriyê Îmraliyê veke.”