'Rêberê Gelê Kurd bila azad bibe, ev mesele jî çareser bibe'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' axivî û destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' axivî û destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd. Keskîn Bayindir got, "Em e teqez bi ser bikevin. Ev têkoşîn, berxwedana we wê teqez bi ser bikeve."
'KES NIKARE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD ASTENG BIKE'
Keskîn Bayindir peyamên berxwedan û têkoşînê da û got, "Gelê Kurd ev bajar kir bajarê têkoşînê. Yên ku dest danîne ser îradeya gelê me bila bala xwe baş bidin vê qadê. Ev qad qada azadî û serketinê ye. Bila dewlet vê baş zanibe, ti hêz nikare têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd asteng bike. Çiqasî bi ser me de bên jî nikarin me asteng bikin. Gelê Kurd ê li Ewropayê silaveke germ, silaveke şoreşgerî şand. Em jî silaveke germ ji wan re bişînin. Gelê Kurd li çar parçeyan, li cîhanê ji bo azadiyê têkoşîneke dîrokî dimeşîne. Ev têkoşîn wê azadiya Birêz Ocalan pêk bîne, wê çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne."
'ÇARESERÎ ABDULLAH OCALAN E, NAVNÎŞAN ÎMRALI YE'
Keskîn Bayindir anî ziman ku navnîşana çareserî û aştiyê Rêber Apo ye û got, "Eger wê pêvajoyek hebe, hingî guh bidin dengê Birêz Ocalan." Keskîn Bayindir diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û got, "Eger ev tecrîd wê dewam bike, hingî pêvajo derew e, derew e, derew e. Bila gelê me bi têkoşîna xwe piştrast be. Eger hûn dixwazin li vî welatî çareseriyek pêk were, çareserî Birêz Ocalan e, navnîşan Îmrali ye. Ji aliyekî ve tecrîdeke mezin pêk bînin, li aliyekî qeyûm dînin ser îradeya gelê Kurd, li aliyekî operasyonan li çar parçeyên Kurdistanê bikin, li aliyê din jî bibêjin 'em birayên hev in'. Em birayên xayinan nînin. Eger aştî û çareseriyek wê pêk were, navnîşan diyar e."
'BILA RÊBERÊ GELÊ KURD AZAD BIBE, EV MESELE ÇARESER BIBE'
Keskîn Bayindir got, "Bila Rêberê Gelê Kurd azad bibe, ev mesele çareser bibe" û bi dewamî got, "Bila Kurdistan azad bibe, gelê Kurd bigihêje armanca xwe. Em dest bi berxwedaneke dîrokî dikin. Ev berxwedan wê dîrokê binivîsîne; gelê Kurd bi îradeya xwe, bi hêza xwe çarenûsa xwe diyar dike. Li Rojhilata Navîn, li cîhanê bila êdî kes gelê Kurd biçûk nebîne. Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd, sedsala Kurdistanê. Ev berxwedan, ev yekîtî, ev tifaq bila ji hev belav nebe."
Di dema axaftina Bayindir de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.