Li Xelfetiyê nobeda berxwedanê dewam dike

Li dijî desteserkirina şaredariyan, li Xelfetiyê nobeda berxwedanê 15 roj in dewam dike.

BERXWEDAN DEWAM DIKE

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda berxwedanê ya li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kiriye, di roja 15'an de ye. Li gel serma û seqemê jî şêniyên navçeyê serê sibehê li ber avahiya şaredariya desteserkirî li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Ne qeyûm, lê demokrasî" li qada nobeda berxwedanê daliqandin.

Li gel Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên DEM Partiyê yên navçeyên Hewag û Bêrecûkê jî beşdarî nobedê bûn.

Nobeda berxwedanê dewam dike.