Ji bo şehîd Mizgîn Umut merasîma bîranînê

Ji bo gerîlaya YJA Starê Mizgîn Umut (Aliye Îsazade) ku HPG’ê îro şehadeta wê ragihand, li Silêmaniyê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, ragihand. Yek ji wan gerîlaya YJA Starê Mizgîn Umut (Aliye Îsazade) bû ku di 4’ê Cotmeha 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişek dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bibû.

Îro li Silêmaniyê Şehîd Mizgîn Umut bi merasîmekê hat bîranîn. Di destpêkê de beşdarvanên merasîmê bi dirûşma “Şehîd Mizgîn namirin” bi meş û bilindkirina wêneyên şehîd heta ber derê mala malbata wê ya li taxa Kurdistan a li Silêmaniyê meşiyan.

Li ber derê mala şehîd ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed Emîn axaftinek kir û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê dijmin êrişî ser gelê Kurd dike. Şoreşa me bi xwîna şehîdan ava bûye. Em birêzdarî Şehîd Mizgîn û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li beramberî keda wan ditewînin.”

Li ser navê malbatê jî dayîka şehîd Ferîba Xesro jî got: “Ez wek dayîka şehîd silavên xwe pêşkêşî tevayî şehîdan dikim û dibêjim bi şehadeta keça xwe serbilind im. Ew di rêyek bi rûmet de şehîd bû.”