Her ku diçe berxwedan û bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê didomin. Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz jî li dijî tayînkirina qeyûman ji ajansa me re axivî û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir da ku bi hev re ango bi topyekûn li dijî qeyûman rabin serhildanê.
‘DEWLET JI PERGALA ME DITIRSE’
Ehmed di destpêka axaftina xwe de silavên germ ji gelê Êlih, Xelfetî û Mêrdînê re şandin û berxwedana wan a li dijî qeyûman silav kir û wiha got: “Em van qeyûmên li ser şaredariyên Kurdan ji rêzê nabînin. Ji ber ku bi ti şêwazê AKP-MHP naxwaze gelê me bi vîna xwe bijî. Mijar ne DEM Partî ye, mijar polîtîkayên qirkirina civaka Kurd e. Ev zêdeyî 40 salan in gelê Kurd bi saya PKK’ê xwe nas kiriye û daxwaza mafê xwe dike. Dewleta Tirk a faşîst, ji pergala me ya hevserokatiyê ku parastina çand, ziman, netew û azadîxwazî di nav de heye, aciz e. Ji bo wê jî bi her cure şerê taybet û planan êrîşî şaredariyên me dike.”
‘BERTEKEK TOPYEKÛN PÊWÎST E’
Ehmed Şehbaz qeyûm weke zêdekirina nîjadperestiyê bi nav dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk dest ji yek ziman, yek al û yek dewletiyê bernedaye. Bi her şêwazê Kurd tune tên hesibandin û ev yek diyar e. Ji êrîş, qeyûm û axaftinên wan diyar e. Ji bo wê divê gelê me êdî van bibîne û bi qêrînekî bersiv bide. Serhildan pêwîst e. Têkoşîna gelê Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê em silav dikin, têkoşînek bê hempa ye. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê xwedî li van her sê cihan derbikevin. Tenê nehêlin hêviya wan ve, bi hev re rabin. Bertekek topyekûn pêwîst e. Divê hemû gund, bajar û navçe rabin serhildanê.”
‘LI DIJÎ ZILM Û ZORIYÊ RABIN’
Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz bang li gelê Kurd kir da ku pêşiya van dagirkeran bigirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê me, serşûriyê ji faşîstên weke AKP-MHP’ê re qebûn nekin. Her Kurdê ku ji welat, mirov û xwezaya xwe hez dike, divê têkoşînê bike. Li hember vê zilm û zoriyê serî rakin. Mijar, mijarekî netewî ye. Dewleta Tirk dihele û qehra wê tîne li ser gelê Kurd de dirêjîne. Divê em êdî bêjin bes e. Têkoşîn û serhildan pêwîst e. Berxwedana heyî mezin bikin û bi her şêwazê dijî zilm û zoriya li ser Kurdan, rabin.”