Piştî mîtîngê ciwan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan
Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş lidar xistin.
Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş lidar xistin.
Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê lidar xistî, bi dawî bû. Ciwanên tevlî mitîngê bûn, piştî mitîngê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Êlih dê ji faşîzmê re bibe goristan” meş lidar xistin.
Polîsan bi ava şid êrişî meşa ciwanan kirin. Heta demekî rageşî berdewam kir û piştre bi dawî bû.