‘Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mîtînga “Demokrasî û Azadiyê” de axivî û got, “Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mîtînga “Demokrasî û Azadiyê” de axivî û got, “Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide.”
Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platformên Saziyên Demokratîk li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Êlihê li dar dixe bi coş didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivî û ji ewil Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku 45 sal berê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Hatîmogûllari, got: “Kesên wê demê gule li Edîp Solmaz barandin, ev zîhniyeta îro qeyûman tayîn dike bi xwe ye.”
Hatîmogûllari got ku bi rêya qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê hatiye desteserkirin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin hilbijartinan ji holê rakin. Navê van rêbazan nabe demokrasî. Bibe bibe navê wê dikare bibe faşîzm. Dê têkoşîna me ya mil bi mil a li hemberî faşîzmê bidome. Qeyûmê Êlihê tweetê diavêje û dibêje; ‘qedera tirk û kurdan, hêviyan wan yek e.’ Derewan dike. Vaye gelê êlihê li vir e, hêviya gelê Êlihê û tişta ji xwişk-biratiyê fêm dike tu nikarî nûnertiya wê bikî. Tu qeyûm î, tu dizî, tu bi mertalên polîsan bi darê zorê li şaredariyê bi cih bûy.”
Tula Hatîmogûllari bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Hinek geşedanên bi silavdayînekê dest pê kirin û kesek jê fêm nake diqewimin. Weke DEM Partiyê, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê em bi aştiyeke birûmet re ne. Ev 40 sal in em ji bo aştiyê, xwişk-biratiyê, demokrasiyê têdikoşin. Wan çi kir, her carê hewl dan kurdan bifetisînin. Lê nekarîn. We îro li vê qadê nîşan da ku bi ser neketine. Em li vir bang li Enqereyê dikin; em ji bo aştiyeke birûmet, ji bo çareseriyeke li ser bingeheke demokratîk amade ne. Lewma heke hûn micid bin, ji ewil deriyê Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan derkeve û peyama xwe bide hemû Rojhilata Navîn. Heke şirîkê we yê biçûk jidil be, bila ji ewil wezaretan bixe dewrê û deriyên Îmraliyê veke da ku birêz Ocalan peyama xwe bide gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn.
Erdogan naaxive. Meqama îcrayê îktîdara AKP û serokkomarî ye. Heke çareseriyeke wan hebe bila bi xwe bibêjin. Lê naaxivin, şêwirmend û berdevkên wan diaxivin. Dibêjin qeyûm ‘têkoşîna li dijî terorê ye.’ Ka herin karê xwe. Gulistan Sonuk bi rêjeyeke ji sedî 65 hate hilbijartin lê we qeyûm tayîn kir. Û hûn qala xwişk-biratiyê dikin. Xwişk-bratiyê wiha nabe. Di zîhniyeta wan de înkar, tunekirin û yekperestî heye.
Berdevkê wan dibêjin; DEM Partî pişta xwe dide pêvajoya aştiyê. Ev dereweke mezin e. Me her carê got ku em ji bo aştiyeke birûmet amade ne. Em ji bo çareseriyeke li ser zemîneke demokratîk amade ne. Divê îktîdar û dewlet biryarê bide, destê dirêj dikin yê tûncê ye yan yê aştiyê ye? Heke destê aştiyê be em amade ne bi wî destî bigirin. Nexwe em ji bo têkoşînê amade ne.
Em careke din ji îktîdarê re dibêjin; em aştiyeke birûmet dixwazin, gelê kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, dixwaze pêvajoya guftûgo û muzakereyan li ser zemîneke demokratîk pêş bikevin. Gelo weke aqilê dewletê û îktîdarê hûn ji bo vê amade ne? Gelê me li benda vê bersivê ye.
Zilma îktîdarê ya li dijî jinan didome. Tehemûla wan nîne jin di siyasetê de hebin û di qada cemaweriyê de cih bigirin. Me tecrûbeyên vê, bandora hîzbîkontrayê ya di vê mijarê de di pêvajoya hilbijartinê de tecrûbe kir. Tevî vê jî gelê Êlihê xwedî li partiya xwe û namzeta xwe derket. Tayînkirina qeyûm, seknekî li dijî jinan e. Xeta me ya hevserokatî û nûnertiya wekhev qebûl nekirin. Naxwazin jin di siyasetê de çalak bin. Lê em jin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.”