Botaniyan bend û astengî ji pêşiya xwe rakirin
Girseya gel a ji herêma Botanê bi rê ket, ji bo tevlî mîtînga 'Demokrasî û azadiyê' bibe, bendên dewleta Tirk ên ji bo astengkirinê ji pêşiya xwe rakir û ber bi Êlihê ve bi rê ket.
Girseya gel a ji herêma Botanê bi rê ket, ji bo tevlî mîtînga 'Demokrasî û azadiyê' bibe, bendên dewleta Tirk ên ji bo astengkirinê ji pêşiya xwe rakir û ber bi Êlihê ve bi rê ket.
Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” lidar dixe.
Şêniyên ji Şirnex û Mêrdînê ber bi Êlihê ve ketin rê, li navçeya Kercewsê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin.
Li ser vê yekê şêniyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Batmanê” û "Berxwedan xweş doz e” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.