KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Desteya Eşayîr a Şengalê banga xwedî derketina li Rojava kir
Desteya Eşayîr a Şengalê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Ya berxwedaniyê bi ser dixe yekitî û tifaqa gelan e. Îro ji her rojê bêhtir civaka me pêwistiya wê bi vê yekê heye ku hîn bêhtir yektî û tifaqa xwe xurt dike.” -
Li Amedê kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir
Ji bo gelê herêmê ku piştî êrîşên li ser Rojava ji cih û warê xwe bûn, li Amedê kampanya alîkariyê hate destpêkirin. -
HPG: Ji hewa û bejahî ve li artêşa Tirk a dagirker hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyan de 3 çeper hatin îmhakirin, dagirkerek jî hate cezakirin. -
Li Wanê qeza: 2 kes mirin 45 kes jî birîndar
Di encama du qezayên cuda de yên li ser rêya Wan-Erdîşê de 2 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn. -
Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li Kurdan û derdorên demokratîk kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê û got, parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. -
Li Colemêrgê 4 ciwanên rastî êşkenceya polîsan hatibûn hatin binçavkirin
Polîsên Tirk 4 ciwan bi hinceta rê nedane binçav kirin û di depoyekê de êşkence li wan kirin. Hate hînbûn ku ciwanên ku rapora êşkenceyê girtin, dîsa ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. -
Dagirkeran nehiştin hevşaredarên Êlihê bikevin hundirê şaredariyê
Hevşaredarên Êlihê û endamên meclîsa şaredariyê hewl dan bikevin hundirê avahiya şaredariyê, lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
Hunermend û nivîskaran serdana hevşaredarên Mêrdînê kirin
Nivîskar û hunermendan serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin ku wezîfeya wan hate desteserkirin. -
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got, “Tişta sereke ya ku gelên Sûriyeyê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.” -
Ji Kerkûkê banga ji bo Rojava: Deriyên sînor vekin
Rêxistinên sivîl û rewşenbîrên Kerkûkê daxwaz kirin ku deriyên sînor ji bo hevgirtinê li gel koçberên Rojava bên vekirin. -
KONGRA GEL: Em ji bo Rojava seferber bibin!
KONGRA GEL ji bo Rojava banga seferberiyê kir û got, “Divê em ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, vekirina deriyên Îmraliyê û parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.” -
TMMOB’ê serdana nobeta li dijî xespê kir
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê li Xelfetiyê serdana nobeta li dijî derbeya qeyûm kir û peyama “wê têkoşîn bidome” hate dayîn. -
Xwezaya Başûrê Kurdistanê tê qirkirin
Artêşa Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, weke stratejiyeke şer xwezayê wêran dike, jehrî dike û ji bo bêmirovkirina herêmê her tiştî dike. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. 3 caran jî bi bombeyên fosforê bombe kir. -
Sabrî Ok: Çi hate serê DAÎŞ'ê wê heman tişt bê serê HTŞ'ê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk di şerê Sûriyeyê de wê çeteyan heta dawiyê bi kar bîne û got, "Dewleta Tirk tenê bi çeteyan nikare paşerojê diyar bike. Çawa ku DAÎŞ têk çû, heman tişt wê bê serê HTŞ'ê jî." -
Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşên li ser Rojavayê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo alîkarîya bi gelê Rojavayê re kampanyaye alîkariyê daye destpêkirin. -
Hevşaredarên Wanê: Gelê me bi berxwedanê wê xwedî li rûmeta xwe derkeve
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku li dijî qeyûman gel wê xwedî li rûmeta xwe derkeve û li ber xwe bide. -
Li Wanê dagirkerî û darbeya qeyûm hate şermezarkirin: Em ê bêdeng nemînin!
Li Wanê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û darbeya qeyûm hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Gelê Kurd wê li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemîne." -
MAK’ê ji bo Rojava çalakî lidar xistin
MAK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojava, li Gever û Êlihê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin. -
Zeydan: Dixwazin dest dînin ser şaredariyê, gel wê qebûl neke
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Bilind a ji bo betalkirina mafên wî yên qedexekirî da û got, hewl tê dayin ku şaredarî bê desteserkirin, lê belê gel wê vê yekê qebûl neke. -
‘Tayînkirina qeyûman pirsgirêkan kûrtir dike’
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, diyar kir ku desthilatdarî li şûna çareseriya pirsgirêkan serî li siyaseta regeşiyê dide û got ku tayînkirina qeyûman pirsgirêkan kûrtir dike. -
Çîftyurek: Konsepteke şer heye
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser Rojava ji hev cuda nîne û destnîşan kir ku ev yek konsepteke şer e. -
Yekitiya Weşangerên Kurd bertek nîşanî desteserkirina pirtûkan dan
Polîsan di 8’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de gelek pirtûk desteser kirin. Yekitiya Weşangerên Kurd jî bertek nîşanî desteserkirinê dan û gotin, “Ev yek nîşaneya bêtehemûliya li dijî Kurdî ye” -
‘Kurd wê li her derê li ber xwe bidin’
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, “Kurd wê li her derê li ber xwe bidin.” -
Li dijî dagirkeriyê, li ser sînorê Kobanê xeleka ji mirovan û meş
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel ber bi sînorê Kobanê ve meşiya. Xeleka ji mirovan hate avakirin û peyamên berxwedanê hatin dayîn.