KONGRA GEL: Em ji bo Rojava seferber bibin!

KONGRA GEL ji bo Rojava banga seferberiyê kir û got, “Divê em ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, vekirina deriyên Îmraliyê û parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.”

KONGRA GEL

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL li dijî êrîşên dagirkeriyê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li dijî êrîşên çeteyên AKP-MHP’ê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina Şoreşa Rojava, divê hemû gelê me û dostên me li Kurdistan û cîhanê seferber bibin.

Li Rojhilata Navîn li ser esasê ol û netewperestiyê, şerê desthilatdariyê tê meşandin û ev yek jî dibe sedemê komkujiya li ser gelan. Li dijî van hilweşîn û komkujiyan, li ser esasê azadiya jinê Şoreşa Rojava hate afirandin. Ji bo parastina vê şoreşa ku jiyana wekhev û azad a hemû bawerî û gelan esas digire, divê em seferber bibin.

Çawa ji bo parastina Kobanê gelê me û dostên me li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê seferber bûn, niha jî ji bo parastina Şoreşa Rojava divê bi heman rengî em seferber bibin.

Ev 6 sal in gelê Efrînê bi îradeyeke ku ji her kesê re mînak e, li Şehba û Til Rifatê li ber xwe dide. Gelê Efrînê ji ber êrîşên çeteyan, neçar man ku koçî cihên di bin ewlehiya rêveberiya xweser de bikin. Divê em ji bo xwedî derketina li sed hezaran mirovên xwe yên hatine qada rêveberiya xweser, seferber bibin.

Bi pûçkirina êrîşên faşîzma dewleta Tirk re, em ê hem Şoreşa Rojava biparêzin hem jî faşîzmê hilweşînin. Ji ber ku bandorên Şoreşa Rojava, di serî de li bakur wê li hemû parçeyan ji bo çareseriya meseleya Kurd, bi bandor be.

Sedemê tirs û panîka dewleta faşîst, AKP-MHP’ê ev e. Lê belê ti feydeya vê tirsê jê re nîne, rejîma dewleta nîjadperest- tekperest- faşîst a li ser esasê înkarkirina gelê Kurd, neçare ku demokratîk bibe. Yekane çareserî, çareseriya netewa demokratîk a Rêber Apo ye.

Divê em ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, vekirina deriyên Îmraliyê û parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.

Ji bo vê yekê, em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin:

Roj roja seferberiyê ye. Çi were kirin, divê îro were kirin. Dibe ku sibe ji bo her kesê dereng be.

Em bi ruhê Kobanê, têkoşînê bilind bikin. Bi serxistina Şoreşa Rojava re, em ji bo hemû gelê xwe li ser esasê azadiya jinan siberojeke azad niha ava bikin.

Bi baweriya serketinê re, em li ser esasê mezinkirina têkoşînê seferber bibin.”