Hevşaredarên Wanê: Gelê me bi berxwedanê wê xwedî li rûmeta xwe derkeve
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku li dijî qeyûman gel wê xwedî li rûmeta xwe derkeve û li ber xwe bide.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku li dijî qeyûman gel wê xwedî li rûmeta xwe derkeve û li ber xwe bide.
Li Qada Bajêr a Wanê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desteserkirina şaredariyan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan axivîn.
‘ÇAV BERDANE NIRXÊN GELÊ KURD’
Neslîhan Şedal diyar kir ku mêtinger û dagirker careke din çav berdane nirxên gelê Kurd û got ku AKP di polîtîkayên şer de israr dike. Neslîhan Şedal got, "Hişmendiya yekperest a AKP-MHP’ê dixwaze siberoja gelan û daxwaze azadiyê ya jin û ciwanan tine bike û ji ber vê di şerê xwe yê desthilatdariyê de israr dike. Me vê rastiyê ji dîroka xwe ya dizanin. Li ser esasê rastiya dîroka xwe me îrade û têkoşîna xwe xurt kir. Li her derê me li dijî polîtîkayên wan ên qirêj berxwedaneke mezin da meşandin. Gelê me li dijî kesên ku îradeya me desteser dike, wê dîsa berxwedana xwe xurt bike. Divê bizanibin ku; Jinên Wanê û ciwanên wan wê îrade û saziyên xwe teslîmê wan nekin. Heta ku em van êrîşên we têk dibin em ê li kolanan li ber xwe bidin.”
BANG LI GEL HAT KIRIN
Neslîhan Şedal, da xuyakirin ku AKP'ê politikaya desteserkirina îradeyê careke din xistiye meriyetê û got, "Em ji vê derê bang li AKP'ê dikin; Tu rawabûna we tune ye. Gelê Wanê wê li rûmeta xwe xwedî derkeve. Gelê Wanê xwedî wijdan e û wê nehêle keda wan bê dizîn. Em bang li jin û ciwanên Wanê dikin; Em ê van saziyên ku bi keda we hatî bidest xistin teslîm nekin û em bang li we dikin ku li dora saziyên xwe bibin yek."
'GEL NÎŞAN DA KU WÊ XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN Û ÎRADA XWE BIPARÊZIN'
Zeydan jî got, "Tevî ku namzetên AKP'ê hemû derfetên xwe bi kar anîn jî gelê Wanê hem şaredariyên xwe ji desteserkirina qeyûman rizgar kir, hem jî her 14 şaredarî ji bo partiya xwe da qezenckirin. Bi vê seknê re gelê Wanê nîşanî her kesî da ku ew ê her tim rûmet û îrada xwe biparêzin. Gel peyameke girîng da feraseta ku hewl da îrada gel desteser bike. Ev gel xwedî hesiyet û rûmet e. Gelê me gelekî dilsoz û bi rûmet e. Çi berdêl hewce bike ji bo parastina îradeya gelê me, em ê bidin. Dizîtiya ku we di dema 10 salan a qeyûm de kir, li holê ye. Divê her kes li edalet û hiqûqê xwedî derbikeve. Em bang li hikûmetê dikin ku bi eqleke selîm tevbigere. Gotinên ku di pêvajoya dawî de hatin gotin, gotinên ku pêwîstiya gel pê heye. Ger diyalog çêbe wê ji bo berjewendiya gel be. Ev şer bi me hemûyan da wendakirin. Ya ku pêwistiya Tirkiyeyê pê heye, pêkanîna aştiya civakî ye. Dem ne dema desteserkirin û qeyûman e, dem dema aştiya civakî ye.”
Girseya gel piştî axaftinan bi berzkirina dirûşman ber bi avahiya DEM Partî ya bajêr ve meşiya.