Divê derfeta demokratîkbûyînê baş were bikaranîn

Pêngava Rêber Apo û projeya pêşxistî wê wan pêvajoyan derbas bike û veguhere çareseriyê. Li gel avêtina pêngaveke stratejîk divê hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz li pêvajoyê xwedî derkevin û ala Sirri Sureyya Onder dewr bigirin.

Banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ wê pêşiya Tirkiyeyê veke û rê li ber geşedanên dîrokî veke. Her wiha bang li herêmê û cîhanê bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin. Hêzên li herêmê û kesên bi herêmê ve eleqedar dibûn hêza têkoşîna gelê Kurd dîtin û haya wan jê hebû. Dewleta Tirk, ji bo ku Kurdan biçewisîne û tasfiye bike hem di nava xwe de hem jî li Iraq û Sûriyeyê di nava şer de ye. Aramiya herêmê têk dibir, krîz û kaos kûrtir dikin. Di serî de DYE û Ewropa zor hêzên li herêmê dikir. Ji bo çewisandina Kurdên li Rojava û jiholêrakirina destkeftiyên wan tim li gel DYE û hêzên din di nava rageşiyekê de bû.

Rêxistinên weke DAÎŞ û El Kaîdeyê ji bo Tirkiyeyê bûbûn hêzên ku li gel wan tifaqê bike. Tevî ku hemû cîhan li hemberî van çeteyên paşverû û komkujiyên wan bûbûn yek jî dewleta Tirk di nava van de bû. Niha jî li gel HTŞ’ê ye û danûstandinên wan hene. Li hemberî Kurdan hêzeke ku li gel tifaq nekiriye, nema. Li hemberî Kurdan tim ev hêzên tarî tercîh kirin. Fêmkirin û pênasekirina vê dijminahiyê gelekî zehmet e û nayê fêmkirin.

Tirkiye li şûna ku vê pirsgirêkê bi rêyên aşitiyane û demokratîk çareser bike serî li çewisandin û zextê da. Helbet bedêlên wê giran bûn. Aboriya wê têk çû. Zirareke mezin da destkeftiyên demokratîk, pêvajo ber bi rêveberiya otorîter û yekkesî ve çû. Hiqûq û edalet tarûmar bûn. Xizanî zêde bû bi rêya enflasyonê gel hate şelandin. Çavkaniyên dewletê û xweza hatin talankirin.  Dejenerebûn û jinavçûyîneke mezin derket holê. Hema bibêjin qirkirineke civakî pêk hat. Tirkiye bû navenda krîzên mezin.

Di bingeha van hemû pirsgirêkan de jî şerê ku li hemberî Kurdan hatibû destpêkirin, hebû. Desthilatdariya AKP’ê ev deh sal bûn bi awayekî bê navber şer domand. Şer veguherand amûra berdewamkirina desthilatdariya xwe. Giha asteke wisa ku bêyî şer nedikarî li ser piyan bimîne. Rêya herî bibandor a çewisandina civakê û bêdengkirina muxalefetê bû şer. Operasyonên şerê psîkolojîk, netewperestî û xwespartina desthilatdariya olî û şerî bû awayê birêvebirinê.

Jixwe li herêmê nakokî, krîz û şer û pevçûn bi dawî nabin. Tirkiyeyê yên nû lê zêde kirin. Tevî ku tu pirsgirêkên wê li gel cînarên wê nebûn, niha li gel hemûyan pirsgirêkên wê hene. Nizane wê çawa xwe ji van krîz û pirsgirêkan rizgar jî bike. Artêşa xwe ji Iraq û Sûriyeyê venakişîne. Pirsgirêkên wê li gel DYE û Ewropayê hene. Qaşo wê bûba endamê YE’yê lê belê ev jî pêk nehat. Bi demê re gelekî ji vê armanca xwe dûr ket. Ji ber Kurdan li gel hemû cîhanê pirsgirêkên wê hene. Bi her kesî re li ser Kurdan bazarê dike û piştgiriyê dixwaze. Çavkanî û enerjiyeke mezin xerc dike.

Aha ji ber vê yekê banga Rêber Apo gelekî girîng e. Ger pêvajo neyê sabotekirin û desthilatdarî li paş nezivire ev pirsgirêkên giran wê werin çareserkirin. Li gel Kurd û Tirkan wê her kes qezenc bike. Ger şer û pevçûn bi dawî bibin wê Tirkiye nefeseke rehet bistîne. Wê zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin. Hiqûq wê bi awayekî li erka xwe rabe. Hêzên çepgir û sosyalîst wê bi rehetî bixebitin. Wê ji destê desthilatdariyê çekên ‘’Teror û dabeşkeriyê’’ werin standin. Wê bingeha siyasî û hiqûqî ya pergala qeyûman ji holê rabe.

Ev nayê wê wateyê ku ev pirsgirêkên ku me anîn ziman wê yekser ji holê rabin. Ger têkoşîneke bi vî rengî çi qasî bi xurtî û rêxistinkirî were meşandin wê asta azadîbûn û demokratîkbûyînê jî ew qas bilind bibe. Lê belê wê weke pêvajoya a niha neyê geremolîkirin. Ger Tirkiye bi awayekî pirsgirêka Kurd çareser bike û rastiya gelê Kurd qebûl bike wê wê demê bikare li pêşiya faşîzmê bisekine. Weke tê dîtin hikûmet bi hêza dewletê û pergala edlî hewl dide CHP’ê bê bandor bike. Hewl dide Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî desteser bike. CHP bi awayekîli ber xwe dide. Çimkî hikûmet ji bo desthilatdariyê dikare her tiştî bike.

Pirsgirêka Kurd, li gel hewlên Tirkiyeyê jî veguherî asteke navneteweyî. Bandorê li herêmê dike. Banga Rêber Apo ji aliyê YE, DYE, Rûsya, Çîn û NY’ê ve bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin. Tirkiye, ji ber Kurdan li Sûriyeyê bûye sedema nearamî û şer û pevçûnan.  Bûye çavkaniya paşverûtiya li herêmê. Li Iraqê jî wisa ye. Sponsoriya HTŞ’ê dike, bi her awayî piştevaniya dide HTŞ’ê û berê HTŞ’ê dide Kurdan. Li Sûriyeyê mezintirin astengiya li pêşiya avakirina pergaleke demokratîk Tirkiye ye. Çeteyên ku bi navê SMO’yê birêxistin kirine, tasfiye nake. Tirkiyeya dibêje ku ‘bila PKK çekan berde û QSD belav bibe’ çeteyên ku li dora Tirkiyeyê kom kirine, belav nake.

Em dikarin dûr û dirêj li ser van mijaran mînakan bidin. Jixwe bi salan e em li ser diaxivin û wan nîqaş dikin. Lê belê van yekan ev pirsgirêkên giran çareser nekirin. Pêngava Rêber Apo û projeya pêşxistî wê van pêvajoyan derbas bike û veguhere çareseriyê. Li gel avêtina pêngaveke stratejîk divê hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz li pêvajoyê xwedî derkevin û ala Sirri Sureyya Onder dewr bigirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka