Ji Kerkûkê banga ji bo Rojava: Deriyên sînor vekin
Rêxistinên sivîl û rewşenbîrên Kerkûkê daxwaz kirin ku deriyên sînor ji bo hevgirtinê li gel koçberên Rojava bên vekirin.
Rêxistinên sivîl û rewşenbîrên Kerkûkê daxwaz kirin ku deriyên sînor ji bo hevgirtinê li gel koçberên Rojava bên vekirin.
Saziyên sivîl û aktîvîstên Kerkûkê li Navenda Çandê ya Kerkûkê daxuyaniyek dan û xwestin ji bo kesên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê yên li ser Rojava neçarî koçberiyê bûne, alîkariyên mirovî bên kirin.
Li ser navê komê Hêjar Kakeyî daxuyaniyek da û got: “Birêz nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî, Serokomarê Iraqê, Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê! Em hin rêxistinên sivîl û çalakvanên bajarê Kerkûkê vê daxwaznameyê pêşkêşî we dikin û aloziyên li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Kurdan ên Şehba, Til Rifat û Helebê, nerazîbûna xwe nîşan didin. Li van herêman gelek êrîş û gefên li dijî sivîlên Kurd hene.”
Kakeyî destnîşan kir ku zêdetirî 15 hezar Kurd li Şehba, Til Rifat û Helebê bi darê zorê hatin koçberkirin û wiha got: “Ev rewş xeteriyeke mezin tîne bîra mirov ku Komkujiya Enfal û Helebce ya sala 1988’an tîne bîra mirov. Lewma em bang li civaka navneteweyî dikin; di şerê li dijî DAÎŞ’ê de divê rêyên hevgirtin û piştevaniya navneteweyî bên vekirin.”
Hêjar Kakeyî daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“* Ji bo pêşîgirtina li vê trajediya mirovî û pêşîgirtina li gefên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, divê dewlet û saziyên navneteweyî ji bo parastina mafên Kurdan gavên pêwîst bavêjin.
* Ji bo koçber di şert û mercên dijwar ên zivistanê de bijîn, divê alîkariya mirovî ya lezgîn bê kirin.
* Vekirina deriyê sînorî yê Sêmelka û deriyê sînorî yê El-Bûkemal Qaîm di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de ji bo gihandina alîkariyên mirovî pêwîst e.”
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Di dawiyê de bi saya destwerdana navneteweyî û alîkariyên mirovî yên bilez, mirovên bêguneh ên ji vê zilmê direvin, dikarin ji mirinê bên rizgarkirin.
Yên daxuyanî îmze kirine ev in: Gelê Kerkûkê, Civata Giştî ya Kerkûkê, Encûmena Kurdên Kerkûkê, Komîteya Pirsgirêkên Niştîmanî yên Kerkûkê, rewşenbîr, çalakvan û welatiyên Kerkûkê.