Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku mafên wî yên qedexekirî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Zeydan anî ziman ku biryara hatiye dayin bêhiqûqî ye, bi nêzîkatiyên siyasî hatiye wergirtin û got, "Dadgeha Destûra Bingehîn feraseta xwe jî binpê kiriye. Ev yek li dijî xala qanûnê ye, pêvajoyeke siyasî ye."
Zeydan got, "Ji xwe têkildarî mehkûmiyeta me biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye" û bi vî rengî dewam kir: "DMME'yê biryar da ku dadgeran bi zanebûn, li dijî me biryar da û mehkûm kir. Di vê dosyayê de diviyabû me beraat bikira û ev hemû bi ferasetên siyasî têne meşandin. Dixwazin mazbataya gelê Wanê bi xefikên hiqûqî desteser bikin. Di 31'ê Adarê de 14 şaredarî hatin bidestxistin. Gelê me di dengdanê de bersiv da rejîma qeyûm û bi berxwedaneke bi heybet xwedî li mazbatayê derket. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî di encama vê berxwedan û piştevaniyê de mazbata da gelê Wanê."
Abdullah Zeydan ragihand ku bi mejiyê heyî re careke din tê xwestin şaredariyên gel bêne desteserkirin û got, "Lê belê gelê me vê qebûl nake. Gelê me wê xwedî li demokrasiyê, hiqûqê û edaletê derkeve. Me jî timî got, em ê îradeya gelê xwe, rûmeta gelê xwe biparêzin, têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bimeşînin. Li cihekî ku hiqûq nîne, destûra bingehîn bi cih nayê anîn hewldana desteserkirinê heye. Gelê me di 31'ê Adarê de bersiva herî bedew da rejîma qeyûm. Dixwazin Kurdan li derveyî siyasetê bihêlin û mafê hilbijartinê jê bistîne. Pêwîstî bi wê yekê heye ku hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan. Kiryarên bi vî rengî bi kêrî kesî nayên, pirsgirêkan hîn kûr dikin. Divê pêşî li diyalog û danûstandinan bê vekirin. Şaredariyên hatine desteserkirin divê tavilê radestî gel bêne kirin."