‘Tayînkirina qeyûman pirsgirêkan kûrtir dike’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, diyar kir ku desthilatdarî li şûna çareseriya pirsgirêkan serî li siyaseta regeşiyê dide û got ku tayînkirina qeyûman pirsgirêkan kûrtir dike.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, bal kişand ser krîza aborî, siyasî û civakî û got ku divê dawî li sepanên antîdemokratîk were.

Dadgeha Bilind biryara têkildarî îadekirina mafên qedexe yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan betal kir. Di biryarê de hate gotin ku ‘biryara têkildarî îadekirina mafên qedexe ya Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 5’emîn ‘neqanûnî’ ye. Di biryarê de hate îdîakirin ku betalkirina  biryara dadgehê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî ‘neqanûnî’ ye. Dosya wê di Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 5’emîn de dubare were dîtin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî  têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê Abdullah Zeydan jî weke namzedên din serlêdan kiriye  û biryar hate dayîn ku li pêşiya namzedbûna Zeydan tu astengî tune ne. Dîlekçî, ev yek anîn ziman: ‘’Rojekê beriya hilbijartinê namzedê AKP’ê û rêveberên wê diyarkirin ku ew ê îadekirina mafên qedexe yên Zeydanî pêk neyê û serî li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 5’emîn dan. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr mezbeta da namzedê AKP’ê yê di rêza duyem de. Girêdayî nerazîbûnên li seranserê Tirkiyeyê mezbeta dubare dan Abdullah Zeydan. Helbet di vê çarçoveyê de Wezareta Edaletê serî li Dadgeha Bilind da û piştî daxwaza betalkirina mafên qedexe Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî têkildarî Zeydanî biryarek da. Biryara Dadgeha Bilind, ne betalkirina mafên qedexe û betalkirina rewşa hilbijartina wî ye.’’

SIYASETA RAGEŞIYÊ BERDEWAM DIKE

Dîlekçî, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Serokkomar Erdogan piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê qala normalbûnekê kiriye û di nava raya giştî de jî bendewariyeke bi vî rengî çêbûye û got ku li şûna lêgerîna çareseriya pirsgirêkan siyaseta rageşiyê tê berdewamkirin.

Dîlekçî, bal kişand ser krîza aborî, siyasî û civakî û ev yek anîn ziman: ‘’Li aliyekî di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re bang tên kirin û li aliyekî jî serî li polîtîkayên qeyûman didin ku pirsgirêkan kûrtir dike, didin. Daxwaza me eşkere ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtina bi mixataban re û di mijara avakirina derdoreke demokratîk de divê hemû partiyên siyasî berpirsiyariyan bigirin ser milên xwe.  Li Tirkiyeyê divê dawî li sepanên antîdemokratîk were û her kes hesasiyeta demokratîk nîşan bide. Kaosa li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe û li hemberî vê yekê rêbaza herî rast aşitî, demokrasî û çareseriya pirsgirêkan e. Em dikarin bibêjin ku AKP-MHP gelekî dûrî vê yekê ne.’’