KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Besê Hozat: Gerîla dagirkeriyê ji kokê ve radike, dewleta Tirk rastiyê vedişêre
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ji kokê ve rake, dewleta Tirk rastiyê vedişêre. Nerazîbûnên li Başûr kêm e, (...) divê qiyamet bê rakirin." -
Rêwîtiya şoreşê ya Sema û Seran
Sema û Seran ku di her gavê de bi rengekî azad û wêrek bi pêş ve çûn, zor û zehmetiyên di têkoşîna şoreşê de bi hev re ji holê rakirin û ji bo azadiya Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kirin. -
Berdevkê PDK’ê li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket
Berdevkê PDK'ê helwesta partiya xwe têkildarî dabeşkirina postan li Kerkûkê diyar kir û li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket. -
PKK: Em 15’ê Tebaxê li her derê bi coş pîroz bikin!
PKK got, “Em bang li her kesî dikin ku coşa 15’ê Tebaxê bi awayekî bi bandor bijîn, Cejna me ya Gerîla bi coş pîroz bikin, ji şerê azadiyê ya 40 salan dersan derxin û di sala 41’an a Pêngavê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bandortir bi pêşbixin!” -
Li Silopiyê teqîn: Gelek kes birîndar bûn
Hat diyar kirin ku li ser rêya Siyahkayayê teqîn pêk hat û gelek kes birîndar bûne. -
TJA'yê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da: Tavilê dest ji lîstika qirêj berdin!
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî zext û gefên PDK'ê yên li ser Êzidiyan daxuyaniyeke tund da û got, "Tavilê dest ji lîstika xwe ya qirêj a li ser Êzidiyan berdin." -
Koçerên li Bradostê ji ber bombardûmanê zozanan diterikînin
Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê, koçerên li herêma Bradostê zozanan diterikînin. -
Ji gerîla çalakiyên hewayî: 5 dagirker hatin cezakirin
Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ên HPG'ê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çalakiyên hewayî lidar xistin. Herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin, 13 jî birîndar bûn. -
Li Serdeştê kolberek hate kuştin
Li herêma Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama hêzên dewleta Îranê de kolberek hate kuştin. -
Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Amedê Yeter Erel diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê civak û girtîgeh xistine bin bandora xwe û got: "Em li dijî tecrîd û zilmê dengê xwe bilind bikin." -
Gerîla li qadê serwer e
Azad Tolhildan ê HPG'î diyar kir ku artêşa Tirk nikare bi ser bikeve, qad di bin serweriya gerîla de ye. -
'15'ê Tebaxê di heman demê de li dijî xeta nokeriyê bû'
Ji fermandarên HPG'ê Fazil Şevger got, Pêngava 15'ê Tebaxê tevî ku li dijî dijmin bû, her wiha li hemberî hevkarên dijmin jî hate kirin ku zext û xizanî li ser gelê Kurd ferz dikirin. -
Tevgera Azadî: Îradeya Kerkûkiyan bi ser ket, komploger têk çûn
Tevgera Azadî li ser hilbijartina Rêbwar Teha ji bo waliyê Kerkûkê daxuyaniyek da û ragihand ku careke din îradeya Kerkûkiyan bi ser ket û komploger û hevkarên wan têk çûn. -
KCD, PDK’ê hişyar kir: Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe
KCD'ê der barê gefên li ser Êzidiyan PDK'ê hişyarî kir û wiha got: "Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe." -
Piştî êrîşa dewleta Tirk şewat derket
Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Garê şewat derket. -
Li Hewlêrê pirsgirêka ava vexwarinê hate şermezarkirin
Li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, şêniyên taxekê ji ber pirsgirêka avê rê li trafîkê girtin. -
Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê: 9 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Heften ji bo rawestandina darvekirinan banga zexta xurt a civakî kir
Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê da û diyar kir, ku yek ji sedemên darvekirinan jî bêdengî û bêhelwestiya civakî ye. Lewma jî banga xurtkirina zexta civakî kir. -
'YNK wê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bi cih bîne'
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê pîroz kir û diyar kir ku wê Kerkûkê bike bajarê jiyana bi hev re û siyaseta Mam Celal bi cih bînin. -
Namzetê YNK'ê Rêbwar Taha bû Waliyê Kerkûkê
Di civîna Encûmena Bajêr a Kerkûkê de namzetê YNK'ê Rêbwar Taha dengê 3 endamên Ereb, endamekî Xiristiyan û 5 endamên YNK'ê wergirt û bû waliyê nû yê Kerkûkê. -
Bû fedaiya gel û welatê xwe
Gerîla Agirî Azadî di vî şerê de bi ser ket, ji ber ku koletiya serî li ber rejîmê ditewîne qebûl nekir. Ew bû kedkar, fedaî, şervan, berxwedêr û lehenga gel û welatê xwe. -
MEBYA-DER: Têkoşîna li dijî tecrîdê têrê nake
MEBYA-DER bi malbatan re civiya û diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê têrê nake û wiha gotin, "Armanca me şikandina tecrîdê ye." -
Xizmên windayan ji bo kesên li Dîgorê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amedê ji bo 17 kesên ku li navçeya Dîgorê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. Li Êlihê aqûbeta Ahmet Er hate pirsîn. -
Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilatdariyê hemû heyîna xwe li dijî destkeftiyên Kurdan ava kiriye û got: “Yekane rêya pûçkirina polîtîkayên şerê taybet, rêxistinbûn e.” -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Arslan kirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Arslan li Hezexê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.