Li Amedê kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir

Ji bo gelê herêmê ku piştî êrîşên li ser Rojava ji cih û warê xwe bûn, li Amedê kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ YA DBP'Ê

Li hemberî krîza mirovî ya li herêmê ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, karên Rêveberiya Xweser dewam dikin. Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ragihand ku ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne wan dest bi kampanya alîkariyê kirine. Bi vê armancê li avahiya Rêxistina Amedê ya DBP'ê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û destpêkririna kampanyayê hate ragihandin.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û anî ziman ku êrîş li ser mafê jiyanê yê gelê Kurd tê kirin. Mehmet Şîrîn Gurbuz ragihand ku SMO yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, DAÎŞ'î ne ku tenê nav û kincê xwe guhertine. Gurbuz got, "Dest ji polîtîkayên xwe berdin ku mafê jiyanê nade gelê Kurd, şer û tecrîdê ferz dike. Dîmenên dikevin medyayê cihê metirsiyê ne. Em bi mejiyekî welê re rû bi rû ne ku dijminê jinê, xakê û mirovahiyê ye."

'ÊRÎŞA LI SER ROJAVA ÊRÎŞA LI SER AMEDÊ YE'

Gurbuz êrîşên li ser Rojava û herêmên Kurdan weke êrîşa li ser Amedê pênase kir û got, "Weke gelê Amedê û gelê Kurdistanê em dixwazin bibêjin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî em ê bêdeng nemînin. Ji bo şert û mercên jiyaneke aştiyane bêne afirandin, danûstandin bêne kirin divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û pêşniyarên wî bêne wergirtin."

'EM KAMPANYAYÊN ALÎKARIYÊ XURT BIKIN'

Gurbuz bal kişand ser ruhê Kobanê û got, "Em kampanyayên alîkarî û piştgiriyê yên têne destpêkirin xurt bikin. Çawa ku bi ruhê Kobanê gelan çi ji dest hat kirin û gelê Kurd bi tenê nehiştin, gelê Rojava îro jî li benda alîkariya gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û tevahiya mirovahiyê ye. Destê bê dirêjkirin destê biratiyê ye, destê ji bo mirovahiyê ye."

'DILÊ ME BI GELÊN ROJAVA Û SÛRIYEYÊ RE LÊ DIXE'

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray jî anî ziman ku ji ber êrîşan mirov neçar man koç bikin û bangeke bi vî rengî kir: "Em destê xwe dînin ser wijdanê xwe û piştgiriyê bidin kampanya alîkariyê. Li gorî hêza xwe betanî, kinc, xwarin, pêlav, erzaqê kom bikin û bigihînin avahiyên me yên navçeyan ku em karibin destê xwe bigihînin Rojava. Bila gelên Rojava û Sûriyeyê zanibin ku dilê me bi wan re ye. Ji bo wan çi ji destê me bê em ê bikin."