TMMOB’ê serdana nobeta li dijî xespê kir

Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê li Xelfetiyê serdana nobeta li dijî derbeya qeyûm kir û peyama “wê têkoşîn bidome” hate dayîn.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Çalakiya nobetê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome. Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Rihayê hate serdana çalakvanan û daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê, girse li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Xelfetiyê hate gel hev û heta pêşiya şaredariyê meş li dar xist. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistinên DEM Partiyê yên Xelfetî, Pirsûs û Berecûkê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de gelek caran dirûşma “Xelfetî ranezê li şaredariyê diz heye” hate berzkirin. Her wiha pankartên “Ne qeyûm, demokrasî” û “Rejîma qeyûm nayê qebûlkirin, îradeya gel nayê xespkirin” hatin hilgirtin.

Sekretera Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Rihayê Rojbîn Şahîn axivî û got ku divê îktîdar tavilê dawiyê li sepanên qeyûman bîne. Rojbîn Şahîn, wiha domand: “TMMOB, di tevahiya dîroka xwe de li dijî sepanên dijdemokratîk û zextker sekinî. Em her tim li gel demokrasî, azadiyan, xwişk-biratiyan gelan û aştiyê bûn û dê her wisa be. Li dijî vê feraseta tehlîke em ê mafê bijartin û hilbijartinê biparêzin û dawî li vê serdema tarî bînin.”

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî ev tişt anî ziman: “Ev gel van tiştan ji bîr nake. Me tevekan dît ka qeyûmê berê çi bi serê Xelfetiyê anî. Bihêlin em biçin şaredariya xwe. Hûn tenê li pey xwarina rantê ne. Ev heqarete li dijî me. Zilm e. Bêguman em ê dîsa bikevin şaredariyê. Heke îro nebe jî dê 4 sal piştre teqez wan şaredariyan ji wan bistînin.”

Hevşaredar Mehmet Karayilan jî bilêv kir ku rejîma qeyûm rejîmeke dijdemokratîk e û got: “Em ne diz in. Em gel in û dê li her derê îradeya gel temsîl bikin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.